• Friday, 06 February 2026
logo

Kerkûk - Erebên hawirde xwe amade dikin bi dehan donim zeviyên kurdan zeft û dagîr bikin!

Gulan Media October 7, 2020 Nûçe
Kerkûk - Erebên hawirde xwe amade dikin bi dehan donim zeviyên kurdan zeft û dagîr bikin!
Xelkê devera Sergeran ya Xurmatû li parêzgeha Kerkûkê, ku hemû kurd in, dibêjin, erebên hawirde xwe amade dikin bi piştevaniya hêzên polîs zevî û erdên wan dagîr bikin.

Komek welatiyên kurd li devera Sergeran ya Xurmatû ji BasNewsê re gotin, erebên hawirde bi piştevaniya hêzên polîs û parêzgarê sepandî yê Kerkûkê xwe amade dikin dest danên ser zêdetirî 50 donim erdên wan.

Wan welatiyên kurd dan zanîn, wan xwe amade kirine roja yekşemiya bê (11 vê mehê) zeviyên wan zeft bikin.

Ev pilana zeftkirina zeviyên kurdan di demekî de ye ku piştî daxuyaniya tund ya serokê hikûmeta Kurdistanê, kirrîn û firotina wan zevî û erdan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû sekinandin. Lê wisa xuya dike rêveberiya sepandî ya Kerkûkê bi serê xwe vê yekê dike û li ser erebkirina deverên Kurdistanî rijd e.

Basnews
Top