• Friday, 06 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî ligel şandeke Amerîkî pêşhateyên li herêmê gotûbêj kirin

Gulan Media October 7, 2020 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî ligel şandeke Amerîkî pêşhateyên li herêmê gotûbêj kirin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka ji bo Karûbarên Iraqê David Copley civiya û rewşa herêmê gotûbêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî roja Duşemê 6ê Cotmeha 2020an li Hewlêrê pêşwazî li Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka ji bo Karûbarên Iraqê David Copley û şanda ligel kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de pêşhateyên herî dawî yên li herêmê, danûstandinên stratejîk ên di navbera Amerîka û Iraqê, peywendiyên dualî, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, metirsiya DAIŞê bo ser Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, û êrişên DA hilbijartinên pêşwext ên Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrva Barzanî ragihand, ku ew rijd in li ser wê yekê, ku li gel Bexdayê bighin rêkeftinan, ku wê bibe cihê xêrê ji bo her du aliyan.

Herdu alî hev nerîn bûn, li ser pêwistiya Iraqê û Herêma Kurdistanê, bi berdewamiya erk û piştevaniya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, û hevkarî û hemahengiya Pêşmerge û hêzên Iraqî heta bi yekcar DAIŞ tê ji nav birin.

Rudaw
Top