Erdogan bo Merkel: Yekîtiya Ewropayê ketiye bin zexta Yewnan û Qibrisê
Li gor ajansa nûçeyan a fermî ya Tirkiyê AA, Fermangeha Peywendiyan a ser bi Serokomariya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihandiye: “Serokomarê Tirkiyê di axaftina xwe de ligel Şêwirmenda Almanyayê behsa wê yekê kiriye ku divê Ewropa ji bo berjwendiyên biçûk ên hinek endamên Yekîtiya Ewropayê, berjewendiyên xwe yên mezin qurbanî neke.”
Herwiha hatiye diyarkirin: “Erdogan daxuyaniyên serkirdeyên Ewropayê rexne kiriye û ji Merkel re gotiye ku daxuyaniyên van demên dawî hatine dayîn, regez nehiştin û çareserkirina kêşeyan tê de nebû û ti zemîneke guncaw ji bo danûstandin û hemahengiya navbera Ewropa û Tirkiyê pêk neanîne.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Serokomarê Tirkiyê eşkere kiriye ku Yekîtiya Ewropayê ketiye bin zexta Yewnan û îdareya başûrê Qibrisa Rûmî. Tirkiye niyetpakiya xwe nîşan daye, lê li ber çavan nehatiye girtin.”
Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê ji Qibrisê re ragihandine ku ew dê ji bo zextkirin û sepandina cezayan bi ser Enqerê de hewl bidin.
K24
