• Saturday, 07 February 2026
logo

Kanadayê firotina çekan rawestand; Tirkiyeyê şerê Rojava anî rojevê!

Gulan Media October 6, 2020 Nûçe
Kanadayê firotina çekan rawestand; Tirkiyeyê şerê Rojava anî rojevê!
Welatê Kanada ji ber şerê Ermenistan û Azerbaycanê firotina çekan ji bo Tirkiye rawestand (sekinand). Wezareta Karên Derve ya Tirkiye jî daxûyanî da.

Wezîrê Karên Derve yê Kanada François-Philippe Champagne gotibû, "Tê gotin ku Tirkiye çekên teknolojîk ên ji aliyê me ve hatine çêkirin li Qerebaxa Çiyayî bikar tîne. Lewra me destûra firotina çekan rawestandiye."

Tirkiye teknolojiyên Kanadayê taybet li ser firokeyên bê firokevan bikar tîne.




Wêne: Balafira bê balafirvan a bi çek Bayraktar TB2 a Tirkiye. Teknolojiya li ser a Kanadayê ye.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê daxûyanî da û wiha got:

"Daxuyaniya Kanada ya di derbarê rawestandina destûrên hinardeyê ji bo hin hilberên leşkerî ber bi welatê me ve, bi sedema tekoşîna heq a Azerbaycanê ye. Ku Azerbaycan ji bo rizgarkirina deverên xwe yên 30 sal in di bin dagirkiriya Ermeniyan de têdikoşe. Ev biryar nîşana nêzîkbûna alîgiriya wî welatî (Kanada) ye.

Gava ku Kanada di hinardekirina çekan bo welatên ku bi leşkerên xwe têkilî krîza Yemenê bûn çi kêşe nedît. Ku yek ji mezintirîn karesatên mirovî yên vê sedsalê pêk dihat.

Kanada, nemaze ji dema ku me dest bi Operasyona Bihara Aşitiyê (Şerê Rojava) kir, li ser destûrên hinardekirina materyalên leşkerî yên welatê me, bi rengek ku ne li gorî giyanê hevalbendiyê be, astengî derxistin û helwestek dûrî hevkariyê nîşan da.

Li Tirkiyeyê kontrolên îxracatê yên berfireh hene û erkên ku ji kontrolên navborî derdikevin jî bi biryarî bicîh tîne.

Hêviya me ji Kanada ew e ku siyaseta alîgirî bihêle. Xwe ji bandora aliyên dije Tirkiye dûr bixe. xwe bi hesabên teng ên siyasî ve girê nede û wisa tevbigere."

K24
Top