• Tuesday, 06 October 2026
logo

Yekîtiya Ewropayê: Em girîngiyê didin aramiya Herêma Kurdistanê

Gulan Media October 6, 2026 Nûçe
Yekîtiya Ewropayê: Em girîngiyê didin aramiya Herêma Kurdistanê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Berpirsê nû yê Ofîsa Pêwendiyan a Yekîtiya Ewropayê ya Hewlêrê Stefan Wendt pêşwazî kir.

Nûnerê Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ew girîngiyeke mezin didin aramiya Herêma Kurdistanê û dixwazin pêwendiyên xwe yên bi herêmê re bi pêş bixin.

"Piştgiriya tam”

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de ji ber karê wî yê nû Stefan Wendt pîroz kiriye û jê re serkeftin xwestiye.

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha hemû piştgiriya xwe ya ji bo biserxistina karên wî ducare kiriye.

Nêçîrvan Barzanî ji bo alîkarî û hevahengiya berdewam a di warên cuda de ya Yekîtiya Ewropayê ya bi Herêma Kurdistanê re spasiya wan kiriye.

Girîngiya aramiya Herêma Kurdistanê

Li aliyê din, Stefan Wendt kêfxweşiya xwe ya ji ber erkê xwe yê li Herêma Kurdistanê aniye zimên.

Stefan Wendt diyar kiriye ku Yekîtiya Ewropayê girîngiyeke mezin dide pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re û aramiya herêmê.

Stefan Wendt bal kişandiye ser daxwaze Yekîtiya Ewropayê ya ji bo bipêşxistina zêdetir a pêwendiyan û berfirehkirina asta hevkariya hevbeş a bi Herêma Kurdistanê re.

 

Rudaw

Top