• Tuesday, 06 October 2026
logo

Serok Barzanî û Wezîrê Gehandinê yê Îraqê hevahengiya hêzên siyasî tekez kir

Gulan Media October 6, 2026 Nûçe
Serok Barzanî û Wezîrê Gehandinê yê Îraqê hevahengiya hêzên siyasî tekez kir

Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Gehandinê yê Îraqê û şanda pê re kir, û di civînê de tekez li ser hevahengiya di navbera hêz û aliyên siyasî de bo çareserkirina arêşeyan hat kirin.

Baregayê Barzanî îro Sêşem, 06ê Cotmeha 2026ê, belav kir ku Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Wezîrê Gehandinê yê Îraqê Mistefa Sened û şanda ligel wî kir.

Baregayê Barzanî amaje jî da ku di wê hevdîtinê de bal kişand ser rewşa giştî ya Îraqê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de.

Baregayê Barzanî herwesa ragihand ku di wê civînê de tekez li ser hevahengiya di navbera hêz û aliyên siyasî de ji bo çareserkirina arêşeyan hat kirin.

 

K24

Top