• Friday, 06 February 2026
logo

Dr. Mehmûd Osman: Çûna serokwezîr bo parlementoyê destpêkeke gelekî baş e

Gulan Media October 6, 2020 Nûçe
 Dr. Mehmûd Osman: Çûna serokwezîr bo parlementoyê destpêkeke gelekî baş e
Siyasetmedarê naskirî yê kurd Dr. Mehmûd Osman ragihand çûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo parlementoyê destpêkeke gelekî baş bû û gelek babetên serokwezîr behsa wan kir berê nedihatin zanîn.

Îro roja sêşêmê 06.10.2020an Dr. Mehmûd Osman ji BasNewsê re axivî û gotÇ “Çûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî destpêkeke baş bû û divê hikûmet û parlemento bi hevre hemahngiyê bikin. Pêwîste carûbar Serokwezîr Mesrûr Barzanî here Parlementoya Kurdistanê û parlementer jî karên xwe bikin. “

Li ser daxwaza dest ji kar kêşana hikûmetê ya 2 parlementerên jî Mehmûd Osman got: “Rastiyek heye, divê bê zanîn perlemanto bi zorîneya ligel hikûmetê ne. Tişta duhê hat kirin gelekî baş bû. Parlementer û endamên hikûmetê maweyeke dirêj bihevre bûn û behsa gelek tiştan hat kirin. Ev tişt jî bo vê qonaxa dijwar gelekî muhîm bû. Kak Mesrûr ew zanyarî û datayên li ber destên wî heyî hemû aşkere kirin. Gelek tiştên nedihatin zanîn hatin behskirin. Divê êdî civînên wisa berdewam bin û ev destpêkeke gelekî baş bû.”

Basnews
Top