Pirtûka “Dengê Helbesta Kurdî” ya Çayan Okuducî derket
Berhema nû ya nivîskar û lêkolîner Çayan Okuducî ya bi navê “Dengê Helbesta Kurdî” ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hat weşandin. Ev pirtûka nû, ku ji 190 rûpelan pêk tê, encama xebat û lêkolîneke dûrûdirêj a pênc salan e û gihîştiye ber destên xwendevan û hezkiriyên wêjeya Kurdî.
Ev pirtûk di naveroka xwe de balê dikişîne ser pêşveçûna helbesta Kurdî û rola wê ya giring di parastin û avakirina nasname û zimanî de. Xebat ji serdema Klasîk û nifşê kovara Hawarê dest pê dike, ji dîwanên Seyda Cegerxwîn û nifşê Tîrêjê derbaz dibe û heta helbesta nûjen û hevdem analîzeke berfireh dike.
Nivîskar Çayan Okuducî diyar dike ku ev berhem ji bo rexne, nirxandin û şîrovekirina helbesta Kurdî berhema yekê ye ku bi berfirehî li ser bingeha analîzkirin û vekirina risteyan hatiye amadekirin. Okuducî hêvî dike ku ev pirtûk di qada wêjeyê de bibe çavkaniyeke baş û dîrokî ji bo roja me û pêşeroja helbesta Kurdî.
Di vê berhemê de ne tenê bala mirovî diçe ser risteyan, belku rê li ber şopa dîroka hunerî û wêjeyî ya Kurdî jî vedibe. Li gorî nêrîna nivîskarî, helbest ji rêzkirina peyvan zêdetir e; ew wekî pireke baş û xurt di navbera dema borî û paşerojê de ye, ku fikra peyv û gotinên Kurdî zindî dihêle.
Ji ber van taybetmendiyên xwe, “Dengê Helbesta Kurdî” ji lêkolîneke akademîk an wêjeyî zêdetir wekî şahidiyeke baş û rasterast a li ser têkoşîna hebûnî ya ziman, çand û hunera Kurdî derdikeve pêş. Berhem xwendevanan ber bi fikra kûr a helbestê ve dibe û dihêle ku ew bi rûyê kûr ê wêjeyê re bibin yek.
K24
