• Saturday, 07 February 2026
logo

Rêveberiya Rojava: Gotinên Lavro Tirkiye û Îranê li dijî Rojava gij dike!

Gulan Media October 6, 2020 Nûçe
Rêveberiya Rojava: Gotinên Lavro Tirkiye û Îranê li dijî Rojava gij dike!
Berpirsekî rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bersiva Wezîrê Derve yê Rûsyayê da ku gotibû, reftarên Amerîka dê bibin sebeba teqîna pirsgirêka kurd li Sûriyê.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh di civîneke çapemeniyê de gotibû “doza Kurd wê ji ber reftarên Amerîkayê li Sûriyê biteqe.

Lavrov her wiha gotibû, Amerîka hewl dide li Sûriyê hikûmeteka xweser ji kurdan re çêbike.

Cîgirê hevserokatiya rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, Bedran ÇiyaKurd, bersiva Lavrov da û ragihand, ya herî baş ew e ku Rûsya rolekê di kêmkirina asta rageşiyê de bilîze û rê li pêşiya gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bilîze.

Çiyakurd anî ziman ku daxuyaniyên Lavrov ti zemînekê ji bo çareserî û aramiyê ava nake, lê belê zemînekê ji bo sorkirina Îran û dewleta Tirk li dijî herêmên Rêveberiya Xweser ava dikin.

Bedran Çiyakurd da xuyakirin ku neçareserkirina doza Kurd, wê karesatekê bi xwe re bîne.

​​​​​​​Wî berpirsê Rojavayê Kurdistanê bang li Koalîsyona Navneteweyî û Amerîkayê kir ku helwesteke cidî û diyar girêdayî pêşeroja herêmên Rêveberiya Xweser ji aliyê siyasî ve nîşan bide, da ku keda wan û HSDê li dijî DAIŞê vala neçe.

Basnews
Top