Li Rojavayê Kurdistanê amarên nû yên Coronayê: 80 pêketin û 2 mirin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê amarên nû yên Coronayê belav kir.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 demjimêrên bihorî de 2 kes ji tûşbûyên Coronayê canê xwe ji dest dane, ku yek li Qamişlo û yê din jî li Amûdê ye.
Ciwan Mistefa diyar kir, herwiha ji duh ve heta îro Sêşemê 80 haletên nû yên pêketina bi Coronayê li navçeyên Rêveberiya Xweser hatine tomarkirin ku 39 ji wan mêr û 41 kes jî jin in.
Li gor daxuyaniyê, 23 kes li Hesekê, 26 kes li Qamişlo, 17 kes li Dêrikê, 7 kes li Girkê Legê, du kes li Amûdê, du kes li Dirbêsiyê, kesek li Rimêlan, kesek li Çil Axa û kesek jî li Til Temir bi vîrusa COVID-19 ketine.
Herwiha di 24 demjimêrên bihorî de 17 kes ji nexweşên Coronayê jî li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser baş bûne.
Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve heta niha 1919 kes bi Coronayê ketine, ku 71 kes ji wan canê xwe ji dest dane û 503 kes jî baş bûne.
Rudaw
