• Monday, 05 October 2026
logo

Endezyar Zerdeşt Ebdulxaliq Sersam, Rêveberê Avrêja (Kanalîzasyona) Hewlêrê ji bo Gulanê: Projeya vezîvirandina ava qirêj a Hewlêrê pêngaveke dîrokî û stratejîk a Kabîneya Nehem e ji bo avakirina binesaziyeke bihêz bo parastina jîngeh û tenduristiya giştî

Gulan Media October 5, 2026 Dîmane
Endezyar Zerdeşt Ebdulxaliq Sersam, Rêveberê Avrêja (Kanalîzasyona) Hewlêrê ji bo Gulanê: Projeya vezîvirandina ava qirêj a Hewlêrê pêngaveke dîrokî û stratejîk a Kabîneya Nehem e ji bo avakirina binesaziyeke bihêz bo parastina jîngeh û tenduristiya giştî

 

Li her bajarekî pêşketî û hemdem çendîn projeyên xizmetguzariyê yên binyatî,
stratejîk û nûjen tên cîbicîkirin. Bajarê Hewlêrê jî wekî paytexta Herêma
Kurdistanê di serdema Kabîneya Nehem a Hikûmeta Kurdistanê de di van projeyên
xizmetguzariyê de pêngavên girîng û bibandor avêtine. Yek ji wan hewldanan,
avakirina tora avrêjê (ava qirêj/giran) ye. Yek ji van projeyan jî kargeha
vezîvirandina ava qirêj e ku demeke kevirê binyatê û pêngavên cîbicîkirina wê
hatine avêtin. Em wekî Gulan dixwazin bizanin kargeha vezîvirandina ava qirêj a
Hewlêrê çawa ye, di kîjan qonaxê de ye û hûrgiliyên wê çî ne? Ji bo bersiva van
pirsan, me bi Endezyar Zerdeşt Ebdulxaliq Sersam, Rêveberê Avrêja Hewlêrê re
axivî û wî wiha bersiv da me:

• Gelo projeya vezîvirandina ava qirêj a Hewlêrê çî ye, hûrgiliyên wê çawa ne û
niha di kîjan qonaxê de ye?

- Di dîroka paytextê de û ji bo cara yekemîn, pirsgirêka kevnar a ava qirêj a
Hewlêrê li ser destê Rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma
Kurdistanê, bi şêwazeke zanistî, binyatî û hemdem ber bi çareseriya yekcarî
ve diçe. Ev projeya mezin dikeve rêza wan şaheserên stratejîk ku binesaziya
nûjen a herêma me ava dikin û rasterast destkefteke mezin e ji bo parastina
tenduristiya welatiyan û ragirtina hevsengiya jîngeha paytextê.

Bêguman bi serbilindî û rûmeteke mezin, em spasî û pêzanînên xwe yên kûr
arasteyî Rêzdar Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ji bo dîtin û vîzyona wî
ya stratejîk û wê girîngîpêdana taybet û berdewam ku daye sektora xizmetguzariya
avrêjê û binesaziya paytextê. Herwiha em destxweşî û spasiya xwe ya taybet
arasteyî cenabê Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê, Rêzdar Endezyar (Sasan Ewnî)
dikin ji bo serpereştiya wî ya xembiran, hewldanên wî yên bêrawestan û
şevbêriyên berdewam di oxira avedankirin û pêşxistina asta xizmetguzariyan li
bajarê Hewlêrê. Ev projeya bêhempa bi rêya Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ve
girêbesta wê hatiye kirin ku şiyana wê ya paqijkirina ava qirêj bi qebareya
(840) hezar metre sêca (m3) di rojekê de heye, li ser rûberê (225) donim li
rojavayê Hewlêrê (nêzîkî gundê Ereb Kend) tê bicihkirin. Qonaxên cîbicîkirina
projeyê ji (4) qonaxan pêk tê, niha (2) qonax ketine karkirinê.

Qonaxa Yekem / Bi hevkariya Ajansa JICA ya Japonî karên wê ji aliyê kompanyaya
Itochu (Itochu) ya Japonî ve tê cîbicîkirin. Têçûya projeyê nêzîkî (200 milyon)
dolar e, dema cîbicîkirinê jî (3) sal in bi çakkirin û berdewamiyê ve, û şiyana
çareserkirinê bi qebareya (52,500) metre sêca ava qirêj di rojekê de heye.

Qonaxa Duyem / Veguherîneke mezin e di lezkirina karên binesaziya avrêja bajar
de, ji aliyê kompanyaya xwemalî (Awzan) li ser bûdceya Hikûmeta Herêmê tê
cîbicîkirin. Di rêkefta (1/4/2026)an de dest bi kar bûye û radestkirina cihê kar
jê re hatiye kirin. Têçûya projeyê (579) milyon dolar e û dema cîbicîkirina
projeyê 730 roj e û heta niha rêjeya encamdanê ji %15 derbas kiriye. Ji bo
qonaxa duyem rûberê (56) donim erd hatiye terxankirin û şiyana çareserkirina ava
qirêj bi (210,000 m3) di rojekê de heye (ku çar beşên teknîkî li xwe digire, her
beşek bi şiyana 52,500 metre sêca).

Pêkhate û beşên teknîkî yên qonaxa duyem: Ev projeya mezin ji du beşên sereke û
temamkerên hev pêk tê:

- Tora xetên sereke yên veguhestinê, kişandina boriya mezin bi dirêjahiya
(21,930) metre û bi tîreyên (2800 mm û 1500 mm) ku ava qirêj ji şeş derçeyên
sereke yên kolana (120) metrî vediguhêze bo wêstgeha sereke.

Wêstgeha çareserkirinê: Wêstgeh ji (20) beşên teknîkî û endezyarî yên cuda pêk
tê, ji wan: 1/ Xeta sereke ya veguhestina ava qirêj (Trunk line). 2/ Beşê
bilindkirina ava qirêj (Wêstgeha pompekirinê) (Wastewater lifting Facility
Pumping Station - PS). 3/ Beşê parzûnkirin û girtina zibilên mezin (Bêjing)
(Screening Facility). 4/ Hewza jihevveqetandina xîz û qûmê (Grit Chamber). 5/
Beşê pîvana rêjeya herikîna avê (Parshall Flume). 6/ Odeya dabeşkirina avê
(Distribution Chamber). 7/ Hewzên rûniştandina destpêkî (4, 3, 2, 1) (Primary
Sedimentation Tanks). 8/ Hewza hewadankirinê (Hewa alûgor) (Aeration Tank). 9/
Odeya hênikker (Pompeyên hewayê) (Blower Room). 10/ Hewzên rûniştandina dawî
(4, 3, 2, 1) (Final Sedimentation Tanks). 11/ Beşê bikaranîna klorê (Paqijkirin)
(Disinfection Facility). 12/ Beşê herisandin û parçekirina heriyê (Digestion
Facility). 13/ Depoya hilgirtina gazê (Tanka gazê) (Gas Holder). 14/ Cihê
hişkkirina heriyê (Sludge Drying Bed). 15/ Beşê wergirtina ava qirêj a tankêran
(Menfez) (Night Soil Receiving Facility). 16/ Beşê derxistina avê ji heriyê
(Hişkkirina mekanîkî) (Dewatering Facility). 17/ Avahiyên kontrolkirina bêhna
nexweş (Avahiya 1, Avahiya 2) (Odor Control Buildings). 18/ Odeya zêrevanî û
nobedariyê (Guard House). 19/ Tunel (Galeriya boriyan) (Pipe Gallery). 20/
Wêstgeha ceyranê ya biçûk (Electrical Sub - Station).

• Gelo amanca sereke ya projeyê çî ye?

- Ev proje ne tenê çareseriya avrêjê (kanalîzasyonê) ye, belkî destpêka
şoreşeke jîngehî ye ji bo dubare bikaranîna avê (Recycling), ku ava
parzûnkirî û paqijkirî dê di pêşerojê de ji bo avdana kembera (pişta) kesk a
Hewlêrê û parkên giştî were bikaranîn. Ev jî dibe sedema:

- Parastina saman û ava binerd a paytextê.
- Rêgirtina li hederçûna ava bîran.
- Pêşxistin û bilindkirina rêjeya keskayiyê û paqij ragirtina jîngeha bajarê
Hewlêrê.

Top