• Monday, 05 October 2026
logo

Alain Gagnon, Profesorê Zanistên Siyasî li Zanîngeha Quebecê ji bo Gulanê: Pêwîst e fîderalîzm bawerî û naskirina dualî çêbike

Gulan Media October 5, 2026 Dîmane
Alain Gagnon, Profesorê Zanistên Siyasî li Zanîngeha Quebecê ji bo Gulanê: Pêwîst e fîderalîzm bawerî û naskirina dualî çêbike

 

Fîderalîzm ne tenê şêwazek e ji bo dabeşkirina desthilatdariyê di navbera navend
û herêman de, belkî pêvajoyeke siyasî û destûrî ye ji bo birêvebirina pirrengiyê
û dabînkirina hevsengiyê di navbera yekîtî û cudahiyê de. Di vê hevpeyvînê de,
Alain Gagnon, Profesorê Zanistên Siyasî li Zanîngeha Quebecê, qala ezmûna
fîderalîzma Kanadayê û bi taybetî pêwendiya navbera Quebec û dewleta Kanadayê
dike. Ew tekez dike ku divê bingeha fîderalîzmê li ser naskirin, razîbûn
(pejirandin), bawerî û rêzgirtina li berdewamiya dîrokî û nasnameya pêkhateyên
cuda hatibe avakirin. Di heman demê de, ezmûna Kanadayê bi rewşa Iraq û
Kurdistanê re dide ber hev, û tekezî li ser girîngiya çêkirina şêwazeke fîderalî
ya guncaw li gel taybetmendiyên siyasî û civakî yên Iraqê dike. Ev guftûgo
hewlek e ji bo têgihiştina wê yekê bê çawa mirov dikare bi rêya fîderalîzmê
pirrengiyê biparêze, mafê kêmaniyan dabîn bike û rê li ber serdestî û hegemoniya
aliyekî li ser aliyên din bigire.

• Di çarçoveya kar û lêkolînên we de, hûn qala wê yekê dikin ku fîderalîzm ne
tenê sîstemeke mîkanîkî ye, belkî felsefeya pêkvejiyan û rêzgirtina dualî ye. Li
gorî dîtina we, soza sereke ya fîderalîzmê çiye û Kanada heta çi astekê karîbûye
vê sozê pêk bîne?

- Di rastiyê de pirsa sereke girêdayî soza fîderalîzmê ye, ku heta çiqas
fîderalîzm bûye amûreke guncaw ji bo pêşxistina pirrengiyê. Ya ku girêdayî
Kanadayê ye, her çend car caran alozî çêdibin jî, lê bi awayekî giştî ev
welat xwedî dêmokrasiyeke seqamgîr û cîgir e. Wate, şiyana rêzgirtina li
pirrengiya kûr a vî welatî heye. Mebesta min ji pirrengiya kûr, hebûna
çandên cuda û pêkvejiyana wan e. Va ye di vî welatî de îngilîzî-axêv û
frensî-axêv hene, lê di destpêkê de ne îngilîzan û ne jî frensiyan
girîngiyeke ewçend nedan rûniştvanên resen (xwecih) ên vî welatî û vê yekê
jî nîgeranî û alozî bi xwe re anî. Her çawa be, welat li ser wê bingehê hat
avakirin ku hevkarê min, "James Tully", navê wê kiriye "destûrgeriya
kevnar". Destûrgeriya kevnar jî - ku divê bibe bingeha pêwendiyên
desthilatdariyê û danûstandina navbera pêkhate û civakan - sê hêmanan li xwe
digire.

Yekemîn girêdayî naskirina dualî ya pêkhate û civakan ji bo hev û din e. Ya ku
têkildarî Kanadayê ye, ev tê wateya naskirina dualî ya navbera neteweya resen,
neteweya Quebec û neteweya Kanadayî. Mebesta min ew e ku divê em di pêgehekê de
bin ku em hev û din li ber çavan bigirin. Li ser wê bingehê jî, em dikarin bi
bawerî gavan bavêjin - ne baweriyeke korane, belkî baweriyeke bi merc, heta ku
em amadeyî naskirina zêdetir a hev û din bin, wê demê em dikarin zêdetir
baweriyê ava bikin. Ji ber vê yekê divê em rêyekê bibînin ji bo pêşxistin û
sazîkîkirina (bi-sazî-kirina) vê naskirinê. Ji vî alî ve hilbijartina
fîderalîzmê dikare vê encamê bi xwe re bîne. Ev rehenda (aliyê) yekem a
destûrgeriya kevnar e.

Rehenda duyem razîbûn (pejirandin) e. Ev jî bîngeheke sereke ye: Wate tu nikarî
çawaniya serederîkirinê li ser kêmaniyekê ferz bikî. Ji bo nimûne eger em vê
yekê li ser Kurdistanê cîbicî bikin, wê demê pêwîst e Kurd bikaribin nakokiyên
navxweyî yên xwe çareser bikin û rêyekê ji bo çawaniya guftûgoyê li gel grûpa
piranî li Iraqê bibînin. Mebesta min ew e tu nikarî razîbûnê ferz bikî. Lê ev
nayê wê wateyê ku divê hemû Kurd li ser girtina siyaseteke diyarkirî hemfikir
bin, çimkî dêmokrasî wê yekê dixwaze ku şêwaza herî baş bi rêya guftûgoyê, ji bo
xwe bibînin daku baştirîn dîtin û nêrînên xwe amade bikin. Bi awayekî ku
bikaribin têkevin nav diyalogeke rasteqîn li gel grûpa piranî li Iraqê. Li vir
hejmar ne girîng e, belkî ya girîng ew e ku pêwendî li ser kîjan bingehê tên
dariştin û pêşxistin.

Rehenda sêyem berdewamiya dîrokî ya grûpê ye. Mebesta min ew e ku em nikarin
grûpa kêmanî ji holê rakin, serweriya wan heye û nabe ji wan bê standin, heger
ne bi dildarî be, wate di nav dewleta pirnetewe de, an jî di fîderalîzma
pirnetewe de serweriya xwe pêk tînin. Heger ev hersê rehendên destûrgeriyê bi
hev re li holê bin, wê demê encam dê dêmokrasiyeke zêdetir be, bi awayekî ku dê
rêz li her pêkhateyekê bê girtin û ti grûpek rastî serederiyeke neheq nayê û dê
her yek ji wan xwedî giranî, hêz û pêgeha xwe be.

Wek kesekî Quebecî yê frensî-axêv, ez li hember vê pirsê gelek hestiyar im, dema
ku desthilata sererastkirina destûra Kanadayê di sala 1982an de ji Brîtanyayê ji
bo Kanadayê hat veguhestin daku destûreke nû bê dariştin, gelek ji me hest kir
ku rêz li vê destûrgeriyê nehat girtin. Her ji ber vê yekê bû ku alozî di
navbera Quebeciyên frensî-axêv û beşa din a Kanadayê de derket holê, ku
îngilîzî-axêv li Kanadayê grûpa piranî ne. Ev alozî hebû, lê karîbû bi awayekî
baş bê îdarekirin, bi cûreyekî ku rê nehat dayîn veguhese bo tundûtûjiyê, ji ber
ku baweriya me bi saziyên giştî û saziyên siyasî hebû. Wate, heger me hest
kiribe ku gilî û gazincek heye jî, lê dîsa jî rêz li mafên welatiyan tê girtin.
Va ye li Quebecê Peymana Maf û Azadiyan heye, herwiha li Kanadayê jî Peymana Maf
û Azadiyan heye ku tevahiya welat li xwe digire. Ev peyman parastinê ji bo
welatiyên tevahiya welat dabîn dikin, ku Quebeciyan jî li xwe digire. Di hin
aliyan ve, ev peyman qerebûya nebûna rêkeftina siyasî û destûrî dikin. Ew
rêkeftinên serdema vegerandina destûrê di sala 1982an de, dem bi dem hinek
hilçûn û dakevin li nav Quebecê çêkirin. Va ye eger biryara hilbijartina
perlemanî jî li vê herêmê bê dayîn, ew partiya ku dixwaze piraniyê bi dest bîne,
serxwebûnxwaz e, lê partiyên din hene ku piştgiriyê li serweriya navxweyî dikin,
wate mafê diyarkirina çarenivîsê di çarçoveya welêt de. Herwiha kesên wisa jî
hene ku bi hebûna sîstema fîderalî bi xwe, kêfxweş in.

• Gelo ezmûna fîderalî ya Kanadayê hilgirê çi waneyekê ye ji bo Iraqê, ji bo
derbaskirina pirsgirêk û astengiyên fîderalîzma vî welatî?

- Min hêvî dikir ku zanyariyên min ên zêdetir li ser rewşa Iraqê hebûna. Ez
berê ji aliyê Zanîngeha Kurdistanê li Hewlêrê ve hatibûm vexwendin, lê ji
ber hin pêşhat û rewşên xwecihî min biryar da serdana xwe paş bixim. Berê jî
min serdana Lubnan û Hindistanê kiriye. Ya ku girêdayî waneya fîderalîzma
Kanadayê ji bo Iraqê be, ez wiha difikirim ku waneya sereke ew e ku divê
dêmokrasî hêza serdest û باڵادەست (hêgemonek) be, ji bo min ev bîngeheke
serekî ye. Wate heger alozî jî hebe, divê saziyên dêmokratîk werin
bihêzkirin û rêz li wan bê girtin. Heger em li dosyeya Kanadayê binihêrin,
em dibînin ku fîderalîzmê çendîn şêwe û form wergirtine, wate ne tenê
modelek li holê heye. Di pêwendiya bi Iraqê re, di nav de rewşa Kurdistanê,
ez wiha difikirim ku rêya bervepêşçûnê li Iraqê, hilbijartina fîderalîzmeke
taybet û cuda ye, ku divê pêgeha Kurdistanê ji pêgeha aliyên din cuda be.

Ji ber wê, karekî baş e heger girîngî bi pêvajoyeke siyasî bê dayîn ku cudahî û
pêdiviyên her grûpekê li xwe bigire. Heger Kurdistan bixwaze siyaseteke
diyarkirî û taybet bigire ber xwe, wê demê nabe aliyên din rasterast dijberiya
wê bikin, tenê ji ber wê yekê ku ew cuda ne. Mebesta min ew e, divê tu rêyekê
bibînî ji bo lixwegirtina vê siyaseta cuda, lê di heman demê de divê rêz li mafê
kêmaniyên nav welêt jî bê girtin. Herwiha Kurdistan bi temamî ne yekreng e û
netewe û grûpên din tê de dijîn, ji ber wê yekê divê mîkanîzmek bê dîtin ji bo
rêzgirtina li mafên takekesî, di nav de mafê girêdana bi grûpa neteweyî ya
piranî ve. Dabînkirina van parastinan dibe sedema wê yekê ku saziyên navdewletî
gumanê ji mafê we yê diyarkirina çarenivîsê nekin. Ev bangeşeya sereke ye, ku ne
merc e ev diyarkirina çarenivîsê bi wateya cudabûnê be, belkî dibe ku mafê
pêkanîna çarenivîsê di nav welêt û di çarçoveya fîderalîzmê de be.

Têgeheke din a têkildar, têgeha lihevkirinê (sazbûnê) ye, ku li welatên wek
Belçîka û Swîsreyê tê cîbicîkirin, ku serwerî zêdetir li ser asta xwecihî tê
pêkanîn. Wate li ser asta herêmên fîderal. Di dawiyê de, hêmanên bingehîn pêk
tên ji pirrengî û otonomiya herêmên fîderal, rêgirtina li hegemoniya aliyekî li
ser aliyên din, û herwiha mafê redkirinê (veto). Di heman demê de pêwîst e hin
tiştên hevbeş hebin di nav tevahiya welatiyên Iraqê de, wek mafên girêdayî
welatîbûnê. Wate divê hin stûnên niştimanî yên hevbeş hebin, tevî dabînkirina
mafên te, êdî li herêma te bi xwe be, an jî li her beşekî din ê welêt be, wate
mafê te heye ku rêz li te bê girtin, wek Kurdekî û wek Iraqiyekî.

Top