• Monday, 05 October 2026
logo

Riccardo Alcaro, Serokê Bernameya Metirsiyên Siyasî li Enstîtuya Karûbarên Navneteweyî ya Îtalyayê ji Gulanê re: Pevçûna Amerîka û Îranê valahiya siyasî û emnî ya Iraqê kûrtir kiriye û hêzên wê jî li ser cemserên dijber dabeş kirine

Gulan Media October 5, 2026 Dîmane
Riccardo Alcaro, Serokê Bernameya Metirsiyên Siyasî li Enstîtuya Karûbarên Navneteweyî ya Îtalyayê ji Gulanê re: Pevçûna Amerîka û Îranê valahiya siyasî û emnî ya Iraqê kûrtir kiriye û hêzên wê jî li ser cemserên dijber dabeş kirine

 

 

Dr. Riccardo Alcaro, pisporê peywendiyên navneteweyî û serokê Bernameya
Metirsiyên Siyasî li Enstîtuya Karûbarên Navneteweyî ya Îtalyayê, di vê
guftûgoyê de ronahiyê dixe ser astengî û pirsgirêkên Rojhilata Navîn. Ew ê ku
xwediyê çendîn berhemên zanistî ye li ser qeyrana etomî ya Îranê, wisa difikire
ku bandora Ewropayê li ser Tehranê sînordar e. Alcaro qala girîngiya dewletên
Kendavê û bandora pevçûnan li ser Iraqê dike, her wiha tekez dike ku aramiya
navçeyê bêyî hemahengiya di navbera hêzên navxweyî û Washingtonê de pêk nayê û
bi vî rengî bersiva pirsên Gulanê da.

• Di dema niha de, di siya alozî û tevliheviyên jeopolîtîk de, Ewropa dikare çi
roleke berbiçav û bibandor di nermkirina alozî û girjiyên navbera Washington û
Tehranê de bilîze û di kîjan qada stratejîk de hîn wekî xwedî bandor û
hegemoniya watedar maye?

- Pêwîst e em ji nirxandineke realîst (rastbîn) û ta radeyekê bêhêvîker dest
pê bikin: Bandora Ewropayê di vê pirsê de sînordar e, bi taybetî dema ku
Ewropî ne xwediyê arasteyeke stratejîk a yekgirtî û zelal in ji bo
pênasekirina armanc û amûrên xwe. Ewropa berjewendiyeke kûr di aramiya
navçeyî, azadiya keştiyaniyê di tengavên Hurmiz û Bab el-Mendeb û parastina
prensîbên belavnekirina çekên etomî de heye, pirsek ku niha di bin siya
pevçûnên berfireh de hatiye paşguhkirin.

Ewropa dikare bi rêya piştgiriya dîplomatîk û pêşkêşkirina handerên (teşwîqên)
aborî bandorekê bike, lê fişara zêdetir a aborî li ser Îranê gihîştiye bincemidê
(ketiye xitimandinê). Ji bo guhertina vê hevkêşeya aloz, pêwîst e proseveke
dîplomatîk di navbera Amerîka û Îranê de derkeve holê ku gavên pratîkî wek
azadkirina samanên darayî û rakirina dorpêça li ser hinardekirina Îranê li pey
xwe bîne. Tenê di wê demê de ye ku Ewropa dikare handerên xwe yên aborî bixe
tevgerê.

Ev rewş ji qonaxa beriya rêkeftina etomî di sala 2015an de cuda ye, wê demê
asayîkirina peywendiyan ligel Ewropayê xelata serekî ya Tehranê bû, lê niha
handerên Ewropî tenê pêvekeke proseyeke berfirehtir in. Tevî vê yekê, Ewropa
dikare bi piştgirîkirina destpêşxeriyên welatên Kendavê ji bo avakirina
peywendiyeke aramtir ligel Tehranê, roleke bibandor bilîze, hewlek ku heta bêyî
rêkeftina yekser a Amerîkayê jî, xwedî nirxeke siyasî û dîplomatîk a taybet e û
dibe sedema nermkirina asta girjiyan li navçeyê û Ewropa dikare bi vê rêyê dengê
xwe bide bihîstin.

• Çarçoveyeke rastbîn (realîst) ji bo asayîşa navçeyî wê çawa be? Pêwîst e kîjan
pirs werin çareserkirin daku beşdariya Îran, welatên Erebî yên Kendavê û
Amerîkayê tê de pêk were?

- Xala destpêka rastbîn, rêkeftineke karkir e ji bo bihevrebûna di navbera
Îran û welatên Kendavê de, bi taybetî Siûdiye, bi awayekî ku xwedîtiya wê di
destê xwedî dewletên navçeyê de be. Di heman demê de, bihevrebûna
(pêkvejiyana) Amerîka û Îranê jî şertekî bingehîn e ji bo aramiyeke
demdirêj, ku ev jî tenê bi beşdariya aktîf a hikûmetên Kendavê wekî aliyekî
xwedî berjewendî pêk nayê. Ew pirsên ku divê werin çareserkirin ev in:
Azadiya keştiyaniyê, gefên emnî, piştgirîkirina grûpên nedewletî û
nîgeraniyên Amerîkayê. Ewropî dikarin giraniya xwe ya siyasî û dîplomatîk
bixin xizmeta destpêşxeriyeke navçeyî û handerên aborî li ser zêde bikin. Lê
bêyî razîbûna Washingtonê ji bo kêmkirina fişaran, qada manoreya aborî ya
Ewropa û Kendavê gelek teng dibe. Wek çawa sînordarkirina peywendiyên
bazirganî û geştên asmanî yên Îmarat û Umanê ligel Tehranê rengvedana vê
astengiya giran e, eger Washington nermtir nebe, dîplomasiya navçeyî dê ji
asta guftûgoyan wêdetir neçe û piştgiriyên Ewropayê jî dê tenê xwedî nirxeke
siyasî ya sembolîk bin ku zehmet e bikare guhertineke bingehîn li ser erdê
çêbike.

• Gelo divê welatên Siûdiye, Qeter, Uman û Îmarat tenê wekî navbeynkar di
navbera Îran û Ewropayê de werin dîtin, an dikarin bibin mîmarên serekî yên
sîstemeke nû ya asayîşa navçeyî?

- Şaşiyeke stratejîk e ku ev dewlet tenê wekî postexaneya gihandinê di navbera
hêzên mezin de werin dîtin. Her çend Qeter û Uman navbeynkarekî çalak in, lê
ev tenê goşeyeke biçûk a rola wan a navneteweyî ye. Welatên Kendavê xwedî
şiyaneke aborî ya mezin û tora dîplomatîk a berfireh in, Siûdiye giraniyek
cîhanî heye û Îmarat jî bandoreke kûr li Afrîka û Rojhilata Navîn de heye.
Ji bo aramiyeke bingehîn, pêwîst e ev welat bi xwe bibin motora serekî ya
sîstema asayîşa navçeyê. Her çend hemahengiya di navbera wan de astengiyek
e, lê ji bo bihevrebûneke berdewam ligel Îranê, pêwîstiya wan bi
destpêşxeriyeke aktîf heye. Tevî ku Washington dixwaze di pirsên hestiyar de
serdestiya wê hebe, lê divê sîstema nû xwedîtiyeke xwecîhî (lokalî) be û
hikûmetên Kendavê bi xwe nexşesazên aktîf û darijêrên yasa û arasteyên
stratejîk ên pêşeroja navçeyê bin, ne tenê wekî peyamberekî sade ji bo
berjewendiya welatên din di qada navneteweyî û cîhana siyasî ya niha de.

• Asta destkeftiyên welatên Kendavê di rêkeftinên wan ên dualî de ligel Îranê ta
çi radeyê ye û di kîjan warî de hebûna Amerîkayê wek pêwîstiyeke hetemî (neçarî)
dimîne?

- Beşdariya Amerîkayê ji ber du sedeman bingehîn e, yekem, Washington xwediyê
hêzeke bêdawî ye ji bo têkdana lihevkirinekê ku ligel nêrînên wê negunca be,
û dewletên navçeyê jî şiyana bersivdana wê têkdanê nînin. Duyem, ev dewlet
hîn ji bo hevkariyên serbazî û dîplomatîk pêwîstiya wan bi Amerîkayê heye.
Welatên Kendavê gihîştine wê baweriyê ku siyaseta îzolekirin û dorpêça
hertimî asayîş neaniye, lewra bi awayekî pragmatîk hewl didin peywendiyên
xwe ligel Tehran û Washingtonê hevseng bikin. Ev nayê wateya paşkoyetiya
mutleq, belkû dikarin rola xwe ya navçeyî aktîf bikin, bi şertekî ku îspat
bikin ku rêkeftin zirarê nagihînin berjewendiyên stratejîk ên Amerîkayê, wek
sînordarkirina hegemoniya Îranê, parastina xetên deryayî û asayîşa Îsraîlê.
Herçend ev hevkêşeyeke aloz e, lê bi rêya rêkeftina navçeyî, hîn derfeta
bidestxistina armancan li holê ye, heta eger bi temamî li gorî dilê
Washingtonê jî nebe.

• Rêkeftineke asayîşa navçeyî dikare çawa parastina serweriya Iraqê û asayîşa
Herêma Kurdistanê bike? Çawa dibe ku nîgeraniyên wan di destpêkê de di van
hevkêşeyan de reng bide?

- Iraq di rêza wan welatan de ye ku herî zêde bandora neyînî ya bêaramiyên
navçeya Kendavê li ser wan heye. Pevçûna tund a di navbera Dewletên Yekbûyî
yên Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê de, bûye sedema kûrkirina valahiyên
siyasî û emnî di nava Iraqê de, bi awayekî ku hêzên navxweyî li ser cemserên
dijber dabeş bûne.

Iraq ji ber çalakiya hin grûpên çekdar, gelek caran wekî çavkaniya gefê ji bo
cîranên xwe derdikeve. Êrîşên ku ji bo ser Siûdiyeyê tên ragihandin, mînakeke
berbiçav in ku encamên serbazî yên metirsîdar hene. Di warê aborî de, her cûre
girjiyek di tengava Hurmiz de, ne tenê hinardekirina petrolê, belkû veguhestina
gaza sirûştî û pêdiviyên serekî yên din jî asteng dike, ku ev jî bandoreke
rasterast li ser jêrxaneya darayî û debara jiyana welatiyan heye.

Herçend asayîbûna peywendiyên navbera Îran û welatên Erebî, û her wiha Tehran û
Washingtonê, jîngeheke aramtir diafirîne, lê ev bi tenê têr nake. Ji bo
parastina serwerî û dabînkirina asayîşa Herêma Kurdistanê, divê destpêşxerî ji
hundir ve be. Pêwîst e hêzên siyasî yên Şîe ji wê qalibê teng ê neteweyî û
mezhebî yê piştî 2003an derbas bibin.

Pêkanîna serweriyeke rasteqîn pêwîstiya wê bi yekdengiyeke nîştimanî û tevgereke
medenî ya berfireh heye ku hemû pêkhate, bi taybetî Kurd û pêkhateyên serekî yên
din, di proseya biryardanê de beşdar bin. Pirsgirêka nemana serweriyê tenê bi
jîngeha derve çareser nabe, belkû yekrêziya siyasî û dezgehî (saziyî) di
navxweyê de şertekî bingehîn e ji bo ku Iraq û Herêma Kurdistanê wekî aktorekî
bihêz di her rêkeftineke asayîşa navçeyî de derkevin holê.

• Eger Yekîtiya Ewropayê bi rastî bixwaze beşdarî di aramiya demdirêj a
Rojhilata Navîn de bibe, pêwîst e girîngiyê bide kîjan amûrên dîplomatîk û çawa
serederiyê ligel dosyeya Îranê bike daku ji çarçoveya dirûşmên siyasî ber bi
kiryareke bibandor û pratîkî gav bavêje?

- Ji bo çespandina aramiyê, Ewropa divê têkelek (hevgirtinek) ji dîplomasî,
handerên aborî, rêkeftina qedexekirina çekên etomî û garantiya emnî bi kar
bîne. Eger danûstandinên navbera Washington û Tehranê ber bi sivikkirina
fişarên aborî û rakirina cezayan ve çûn, pêwîst e Ewropa tenê bi wan ve
nemîne, belkû stratejiyeke kûrtir ji bo aktîvkirina peywendiyên civakî û
mirovî peyrew bike.

Di pêxema avakirin û vegerandina baweriyê de, pêşniyara herî girîng ew e ku
Ewropa astengiyên li pêşiya peywendiyên navbera xelkê rake, wek hêsankirina
proseya vîzeyê, destpêkirina hevkariyên akademîk û zanistî, aktîvkirina geştên
asmanî û pêşxistina tîmên çandî û şûnwarî. Ev gav dibin pira peywendiyê ligel
civakeke 92 milyonî ku tîhiyê gihîştina cîhana derve ye. Di heman demê de,
piştgirîkirina projeyên navxweyî bi rêya Neteweyên Yekbûyî ve, bi taybetî di
warên jîngeh û birêvebirina avê de bi rêzikên şefaf û mercên zelal, dikare
bandoreke rasterast li ser jiyana xelkê hebe.

Nakokiyeke mezin di wê de ye ku Ewropa qala piştgiriya daxwazên gelê Îranê dike,
lê di pratîkê de derfetên peywendî û hevkariyê ji wan stendiye. Ewropaya ku niha
xwedî peywendiyeke xurt a bazirganî û berevaniyê ye ligel welatên Kendavê wek
Îmarat û Siûdiyeyê, pêwîst e hevsengiyekê çêbike û wisa li Îranê bike ku bibe
beşeke aktîf di aboriya navçeyî de.

Armanca dawî, rêgirtina li wêrankariyeke mîna ya Xezeyê ye. Îraneke aram ku
dubare tevlî peywendiyên navneteweyî bibe, ne tenê ji bo Tehranê, belkû ji bo
geşeya aboriya cîhanê û berjewendiyên Ewropayê jî dê bibe destkefteke bêwêne.
Niha dema wê ye ku Ewropa ji çarçoveya gotara siyasî derkeve û gavên rasteqîn ji
bo piştgiriya wê civakê bavêje ku li benda kiryarên cidî ne. Ev ezmûneke
(tecrûbeyeke) dîrokî û girîng e ji bo Ewropayê daku îspat bike berjewendiyên wê
yên stratejîk ligel nirxên mirovî yên bilind yek digirin. Pêşxistina van
peywendiyan ne tenê erke siyasî ye, belkû gaveke neçarî û hetemî ye ji bo
pêşerojeke geştir û navçeyek ku tê de hemû gel bi aştî bijîn û geş bibin. Ev
tenê rêya rast e ji bo dûrxistina tarîtiyê û avakirina hêviya neteweyan.

 

 

Riccardo Alcaro, Serokê Bernameya Metirsiyên Siyasî li Enstîtuya Karûbarên Navneteweyî ya Îtalyayê ji Gulanê re: Pevçûna Amerîka û Îranê valahiya siyasî û emnî ya Iraqê kûrtir kiriye û hêzên wê jî li ser cemserên dijber dabeş kirine
Top