• Monday, 05 October 2026
logo

Mihemed Elî Qeredaxî, zana û dîroknasê Kurd ji bo Gulanê: Kurdayetî qet ji dîndarî û welatparêziyê cuda nebûye, em tenê ji ber ku em Kurd bûn hatin jenosîdkirin û xaka me tê dagirkirin

Gulan Media October 5, 2026 Dîmane
Mihemed Elî Qeredaxî, zana û dîroknasê Kurd ji bo Gulanê: Kurdayetî qet ji dîndarî û welatparêziyê cuda nebûye, em tenê ji ber ku em Kurd bûn hatin jenosîdkirin û xaka me tê dagirkirin

 

Mihemed Elî Qeredaxî zana û rewşenbîrekî mezin ê Kurd e. Li Peymangeha Îslamî ya
Bab El-Şêx li Bexdayê û li Kolêja Îmam Ezem xwendiye. Li çendîn mizgeftên Bexda
û Silêmaniyê gotarbêjî kiriye. Xwediyê 45 pirtûkan e û pirtûkeke wî bi navê
"Dîroka Zanyarên Kurd" li ber dest e û beşdariyeke wî ya çalak di belavkirina
çend pirtûkên Mamoste Mela Ebdulkerîmê Muderîs de heye. Xwediyê xelata UNESCO ye
ji bo lêkolînerê herî baş di wêjeya îslamî de li ser asta cîhanê ji bo
sala 2017an. Herwiha xelatên Farabî û Navdaran bi dest xistiye. Hejmareke zêde
ya xelatên rêzgirtinê wergirtiye, bi taybetî rêzlênana Serokê Encûmena Zanîngeha
Kurdistanê li Sîneyê. Di sala 1976an de ji aliyê rejîma Beisê ve hatiye
zindanîkirin.

Gulanê hevpeyvînek bi wî re pêk anî û bi vî rengî bersiva pirsan da.

• Nihêniya têkelbûna ol û welatparêziyê di hizra zanyarên Kurd de çiye û ev
dîroka pir nirx ji ku çavkanî girtiye?

- Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Di dîroka Îslamê ya nav Kurdan de, melayê
Kurd ne tenê rêberekî olî bûye, belkî li kêleka hezkirin û eşqa ji bo ola
xwe, hezkirin û eşqa wî ji bo xak û niştimanê wî jî hebûye. Ev jî ji wir tê
ku her tim mamosteyên olî bi êş û azarên gelê xwe re bûne. Xwedayê mezin û
dilovan û Pêxemberê me -silavên Xwedê lê bin- ferman dane me ku em li dijî
zalim û bi mezlûman re bin. Xwedayê mezin em Kurd afirandine û digel wê yekê
ku divê xêr û hezkirina me ji bo hemû mirovahî û zindeweran bê cudahî hebe,
bi heman awayî divê melayê Kurd bi gel û neteweya xwe re be. Di Qurana pîroz
de hatiye: {يَا أَيُّهَا النَّاسُ إِنَّا خَلَقْنَاكُمْ مِنْ ذَكَرٍ
وَأُنْثَىٰ وَجَعَلْنَاكُمْ شُعُوبًا وَقَبَائِلَ لِتَعَارَفُوا ۚ إِنَّ
أَكْرَمَكُمْ عِنْدَ اللَّهِ أَتْقَاكُمْ ۚ إِنَّ اللَّهَ عَلِيمٌ خَبِيرٌ}
[Sûreya Hucurat: 13]. Loma heger Kurd dîndar be, divê welatparêz û dilsozê
neteweya xwe jî be. Xaka Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de xaka zanistê û
dergûşa zanyaran bûye û mînaka wê li cîhanê kêm e. Li her gundekî mizgeft û
medreseyek hebûye, loma cihê pêgihandina zanyarên mezin ên cîhanê bûye.
Malbat hene li Kurdistanê 10 heta 15 piştên wan mela bûne, li Biyareyê 25
pişt li pey hev mela û zana bûne. Dîroka Kurd şahidiyê dide ku serkirde û
şoreşger, ji bilî ku perwerdeya hucre û mizgeftê dîtine û piraniya
serkirdeyên me ehlê mizgeftê û heta mela bûn, di heman demê de mela, zana û
mamosteyên olî li derdora wan bûne. Pêşmerge pîroz kirine û cihê şehîdên me
bihuşt e înşallah. Loma mamosteyên Kurd di dirêjahiya dîroka xwe de
welatparêz û xizmetkarên gelê xwe bûne.

• Nexwe têkiliyeke xurt di navbera îman û hezkirina niştiman de li cem zana û
mamosteyên olî yên Kurd hebûye?

- Belê, têkiliya navbera îman û hezkirina welêt li cem zana û melayê Kurd
têkiliyeke kûr û temamkerê hev bûye, ev bi baweriyê re dibe yek. Berevaniya
li xak û xelkê mezlûm û dijberiya li dijî zordaran ji şerîetê hatiye. Her li
ser vî bingehî bûye ku melayê Kurd piştgirî daye xebat û şoreşa Kurdî, çimkî
zilm hatiye heramkirin û dagirkirin heram e, û parastina rûmet û jiyana
misilmanan berî ku erkeke neteweyî û niştimanî be, erkeke olî ye. Mixabin bi
hatina hizr û bîrên dûrî dîndarî û olê bo nav Kurdan, ango nêrînên xerîb ji
ola pîroz a Îslamê re, ev bûye sedema lawazbûna eqîdeya kurdayetiyê û ziyana
mezin gihandine xebat û dilsoziya şoreşgerî û bawerî lawaz kirine. Belgeya
bawermendiya melayê Kurd di qelema rewşenbîr, helbestvan, serkirdeyên mezin
û kesayetiyên naskirî yên Kurd de diyar dibe. Ehmedê Xanî, Nalî, Hacî Qadirê
Koyî û heta serkirdeyên Kurd ên wekî Qazî Mihemed, Şêx Mehmûd, Mela Mistefa
û bi sedan serkirde, helbestvan û bîrmendên Kurd, belgeya vê têkiliya xurt û
kûr a di navbera eqîdeya îman û welatparêziyê de ne li cem mela, zana û
mamosteyê Kurd.

• Ji ber ku hûn demeke dirêj li bajarê Bexdayê bûn, hûn dikarin qala rola mela û
mamosteyên me yên Kurd li wî bajarî bikin?

- Li Bexdayê, zanyarên Kurd ewqas zêde bûn di serdema "Muftî Zehawî" de -Xwedê
jê razî be- ku ev bibû henek û digotin: "جەماعەت ولاالضالين قضوا علي
المنابر" (Cemaeta weledalîn minber qedandine), wate Kurdan minber dagir
kirine, cihên wan dagir kirine. Em diçin serdema "Dawid Paşa", li wir qala
«الطلبة والمدرسون في وزارة داود باشا في بغداد» (Xwendekar û Mamoste di
wezareta Dawid Paşa li Bexdayê de) heye. Li wir em dinêrin, piraniya wan
kesên di dîwana Dawid Paşa de bûn û kativên wî bûn, Kurd bûn. Di nav wan de
zanyarê Kurd ê ku ji Kurdan hatibû veqetandin "Resûl Hawiyê Kerkûkî",
xwediyê pirtûka "Gulşenê Xulefa", ku ev zilam kiribûn Tirkmen; lê
xweşbextane me ew dît û min şopa wî girt, min dît ku xelkê Sîneyê ye. Ji wir
hatiye û li wir bûye wî zilamê mezin. Ew zilam xwediyê pirtûka "Gulşenê
Xulefa" ye ku du cild e. Cildê yekem Mûsa Kazim Nûrî wergerandiye erebî.
Digotin cildê duyem nîne, lê xweşbextane min dît û tekane nusxeya wê min bi
dest xist û da Dr. Dilşad Hîwa, niha mijûl e wê werdigerîne ser zimanê
erebî. Ala zanistê li Bexdayê di destê Kurdan de bû. Di sala 1065ê koçî de
"Zeydeldînê Toranî" muftiyê Bexdayê bûye, ta koça dawî ya Mamoste Mela
Ebdulkerîmê Muderîs, ala zanistê di destê Kurdan de bûye, vî destî daye wî
destî. Yên ku li Bexdayê bûn û li wir xizmeta zanistê kirin, bi rastî Kurd
gelek gelek bûn, her ji serdema Nîzamiyê û Mustensiriyê ve heta serdema
dawî. Di demekê de çendîn malbatên zanyarên Kurd li Bexdayê bi hev re bûn.
Malbata Heyderî, Malbata Sîneyî, Malbata Zehawî, Malbata Rojbeyanî û Malbata
Bendenîcî. Mela Ebdullayê Grawî mamosteyê mizgefta Edliyeyê bû û feqiyê Kurd
ê wek Hamidê Qeredaxî ji Kurdistanê çûye xizmeta wî ji bo xwendinê. Ne tenê
ev mamoste, belkî mizgeftên mezin û cihên diyar ên Bexdayê di destê zanyarên
mezin ên Kurd de bûn. Wekî mizgefta "Ebû Henîfe" Îmamê Ezem, Mamoste Mela
Huseyînê Pişderî muderîsê wê bû û îcaze daye zanyarên Alûsî û Heyderî. Min
îcazeyên wan dîtine û bi ava zêr hatine nivîsandin. Mamoste Îbrahîmê
Berzencî û Îsmaîlê Berzencî mamosteyên Medreseya Şêx Ebdulqadirê Geylanî
bûn. Herwiha Mamoste Mela Mihemedê Qizilcî û çendîn mamosteyên din. Çendîn
malbatên din ên ku li Bexdayê bûn, ji malbata Heyderî çend muftî li Bexdayê
bûn; zilamên wekî Ubeydullayê Heyderî, ku Bêtoşî dibêje: «أعني به شمس
المعارف المشرقة في الآفاق شيخ مشايخ العراق علی الاطلاق العلامة الذي اصبح
العلم منه متقلدا بالصارم الهندي عبيدالله بن صبغة الله أفندي». Bi dehan ji
van malbatan li Bexdayê xizmet kirine. Xizmetên wan wisa bûn ku hêjayî wê
yekê bûn bibin Muftiyê Bexdayê. Bêyî wan kesî nikarîbû tiştekî bike, ew
rêberên zanistan bûn, rêberên fiqha Henefî û fiqha Şafiî bûn. Ev hemû kes
bûn ku li Bexdayê xizmet kirine.

• Wê serdemê, ji ber ku zanîngeh û dibistan nebûn, hucre yekemîn dibistanên bîra
neteweyî û parastina zimanê Kurdî bûn. Pirs li vir ev e: Hûn çawa hucreyan wekî
navendeke pêgihandina serkirdeyên siyasî, zana û bîrmendên rewşenbîr ên Kurd
dinirxînin?

- Ez wekî kesayetiyekî pispor di warê dîrokê de, dibêjim ew rastî eşkere ye ku
hucre yekemîn çavkaniya rewşenbîrî, wêje, parastina ziman û çanda Kurdî bûn.
Hucre cihê îbadet, zanist û fêrbûnê bûye di hemû waran de, û li kêleka
dîndarî û fêrkirina eqîde û şerîetê, hucre yekemîn navenda perwerdekirina
bîra neteweyî jî bûye. Mamosteyên me yên olî hebûn ku xwedî dîwan û pirtûkên
mezin bûn û tê de hizra welatparêzî û neteweyî di rêza pêşîn a helbest û
nivîsên wan de bû. Li vî welatî ku bi vî hemû împaratorî û neteweyan hatiye
dorpêçkirin, hucreyan rê li ber wê yekê girtiye ku ziman, cilûbergên Kurdî û
kurdayetî werin jêbirin. Hemû rêberên şoreşên Kurd zanyarên olî û perwerdeya
hucreyan bûn. Heger bîr û hizrên Marksîzmê li vî welatî belav nebûna, tu
carî qutbûna di navbera eqîdeya olî û welatparêziyê de rû nedida. Di
dirêjahiya sedsala borî de heta hatina van hizrên biyanî bo nav Kurdan,
baweriya şoreşgerî û tevgera rizgarixwaza Kurd olî û neteweyî bûye. Di
demekê de ku zanist li Kurdistanê bû, xwendin bi Kurdî bû, li hucre,
dibistan û mizgeftan feqî, mela û mamosteyên olî, bi giştî bi Kurdî
dixwendin.

• Hûn dikarin qala rola dîrokî û ya niha ya melayê Kurd bikin di çareserkirina
pirsgirêkên civakî de, çi di serdema şoreşê de, çi jî di dema niha de ku rola we
ya berçav heye?

- Mamosteyên olî roleke mezin li gund, bajar û di nav civaka Kurdewarî de
heye. Di serdemên berê de, mela, qazî, bîrmend û kesayetiyê hezkirî yê gund
û deveran bûn, û karîbûn rê li ber fitne, alozî û aşûbê bigirin. Heger du
kes an malbatan pirsgirêkek heba, wan zû li hev dianîn û rênimayiyên ciwan
didan xortan û civaka xwe. Di dema şoreşê û li deverên azadkirî de, mela
qazî bûye û tim piştevaniya mezlûman kiriye; heta gelek caran pêşmerge û
şoreşgerekî bihêz bûye, û aborî û xwarin ji pêşmergeyan re kom dikir. Di
dema niha de jî, ez wisa bawer dikim ku her kes rol û pêgeha mela û
mamosteyên olî dibîne, ka çawa di gotar, boneyan û axaftinên xwe de li ser
daxwazên Qurana pîroz û fermûdeyên Pêxember Mihemed -silavên Xwedê lê bin-
dimeşin. Ew cudakarî û neheqiyê nakin û mafê kesê mezlûm diparêzin.

• Çawa mamosteyên olî karîbûn bibin parêzvanên pêkvejiyan û lêborîniyê, di
demekê de ku li navçeyê hizrên cuda, tundrewî û nakokiyên bêhempa hebûn?

- Heta ku hizra Marksîzmê berê xwe neda vî welatî, ev welat cîhaneke din bû;
cîhanek ku hizra neteweyî, welatparêzî û paqijî tê de bû. Kurdayetî ji çanda
bav û kalên me derketibû. Kurdayetî qet ji dîndarî, welatparêzî û neteweyî
cuda nebûye. Em ji ber ku Kurd bûn hatin qirkirin û jenosîdkirin û xaka me
tê dagirkirin. Em Kurdên misilman in, ji bilî vê yekê ti hizr û nêrîneke din
di nava dil û derûniya Kurdan de cih nagire. Bi hizra tundrewiyê ku niha bi
navê Îslamê ji vir û wir ji me re tînin, ola me xera dikin. Kurd bi fitreta
xwe misilmanên rasteqîn in, loma mirovdost û jîngehdost in, û xaka ti
neteweyeke din dagir nakin û nekirine. Va ye Kurd bi ruhê lêborîniyê re
têkiliyeke baş bi netewe, ol û mezhebên din re heye û dubendî li vir nîne.
Tê bîra min, dema ku fikra şuyuî û komunîstî anîn vî welatî, çi dubendî û
nakokî jê çêbûn û alozî derxistin, û piştre jî nêrînên tundrew ên bi navê
ola pîroz a Îslamê, bi wan kesên ku ji derveyî civaka Kurdî anîn vê herêmê,
ziyana mezin gihandin Îslam, misilmantî û piştre jî Kurdan. Tê bîra min di
sedsala borî de li bajarê Silêmaniyê taxa Filehan û Cihûyan hebû. Di nav
kevintirîn û dewlemendtirîn taxên bajarî de, ji aliyê dîrokî û civakî ve,
mînaka berbiçav a pêkvejiyana olî û neteweyî bûn.

• Em ê çawa bikaribin rê li ber van hizr û nêrînên tundrew û xerîb bigirin ku
niha wekî jehrê bi ciwanan didin xwarin?

- Hebûna hizra tundrewî û xerîb bi civaka me re, ne tenê bi hest, derûn û
dîroka paqij a misilmantî û kurdayetiyê re nagunce, belkî ji wir çavkanî
girtiye ku jîngeheke xirab û guncav ji bo danîna tovên van hizrên xirab
heye. Civakek ku tê de girîngî bi ciwanan neyê dayîn û şaşî û kêmasî tê de
hebin, asayî ye ku ji bo neyarên Kurd bibe baştirîn jîngeha belavkirina bîr
û baweriyên şaş û tundrew. Ez vê yekê ji bo desthilata siyasî ya Kurdistanê
û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dihêlim; bila ew bi qasî xwe mijûlî
çareserkirina şopên xirab bin. Bila ji binî ve wê jîngehê nehêlin ku tê de
ciwan asî dibin û dibin xwarina neyar û kesên xirab û ziyanê digihînin xwe,
malbat û civaka xwe. Ji aliyekî din ve, pêwîstiya me bi zana û mamosteyên
jêhatî yên Kurd heye. Bila girîngî bi melayên xwedêtirs, dilsoz û nerm were
dayîn û şiyanên wan werin bikaranîn. Ne tenê ji minbera mizgeftan ve, belkî
bi riya vekirina dezgeh, hevdîtin û kanalên ragihandinê ve nêrînên wan ên
bedew werin belavkirin. Heger em civakeke bextewer, xweşguzeran, û dûrî
tundrewî, regezperestî û pirsgirêkan bixwazin, wê demê divê zarok ji
pêşdibistanan heta zanîngeh, kolêjan û di bazara kar de, girîngî bi wan were
dayîn û guh li daxwaz û pêdiviyên wan were girtin û werin cîbicîkirin.

• Rola dîrokî ya mamosteyên olî di parastina her çar perçeyên Kurdistanê de çi
bûye û zindîkirina vê hevdengiya manewî ji bo qonaxa niha ta çend pêwîst e?

- Di dîroka kevn û ya niha de jî, mamosteyên olî yên Kurdistanê cudahî
nexistine navbera perçeyên Kurdistanê. Berê sînor li pêşiya mela û feqiyê
Kurd tunebûn û li her çar perçeyên Kurdistanê çûn û hatin dikirin,
dixwendin, waneyan digotin û fêrî zanist, şerîet û îbadetê dibûn. Ew
xemxurên gelê me bûn. Li her cihekî neheqî li Kurdekî hatiba kirin, wan
berevanî lê dikirin, û di vê rêyê de tûşî êş, derkirin û heta zindankirinê
jî dibûn. Melayê Kurd ji Silêmaniyê diçû Mehabad, Sîne û Botanê. Tu sînor û
bendek tunebû ku rê li ber wî bigire. Di dema niha de jî, mela û mamosteyê
Kurd, heger li her perçeyekî Kurdistanê zilm hebe, bi gotaran, ji minbera
mizgeftan û li kanalên medyaya civakî û ragihandinê berevanî li vî miletî
kiriye û dike.

Top