Mesrûr Barzanî: Karê me yê pêşîne berfirehkirina jêderên dahatê ye û asankariyê ji bo weberhênanê dikin
Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Rob Waller beşdar bû, rewşa Iraq û navçeyê û girîngîpêdana zêdetir bi pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka hatin guftûgokirin.
Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Iraqê amadehiya welatê xwe ji bo girîngîpêdana zêdetir bi pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê derbirî, bi taybet di warê bazirganî û handana kampanyayên Amerîka de ji bo weberhênanê zêdetir li Herêma Kurdistanê bikin, ku biryar e di meha bê de Konferanseke bazirganî ji bo vê mebestê bê lidarxistin. Got jî, derfeta mezin ji bo weberhênana Amerîkî li Iraq û Herêma Kurdistanê heye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li wê kir ku yek ji karên pêşîne ya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berfirehkirina aborî û girîngîpêdana zêdetir bi karta çandiniyê û parastina berhema nevxweyî ye û asankariyan ji weberhênerên biyanî û navxweyî re pêşkêş dikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de kir ku faktereke girîng e ji bo aramiya rewşa Iraq û navçeyê.
