Herêma Kurdistanê beşdarî di civîna Netewên Yekbûyî de dike
Rêkxerê Raspardeyên Navdewltî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dîndar Zêbarî ji Rûdawê re ragihand, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdariyê di civîna Netewên Yekbûyî ya taybet bi xûla 19 a rêkeftina parastina hemû kesan ji bêserûşûnkirinê dike, ku dê bi awayê videokonferans bihê lidarxistin û şanda Herêma Kurdistanê dê ji Bexdayê ve beşdar bibe.
Dîndar Zêbarî diyar kir, beşdariya Herêma Kurdistanê di çarçoveya komîteya nivîsandina raportên taybet bi wan rêkeftin û peymanên navdewletî de ye ku hikûmeta Iraqê jî têde endam e.
Zêbarî got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê gotara xwe di civîna Netewên Yekbûyî de pêşkêş bike, da ku carek din dupat bike ku pabendî rêkeftinên îmzakirî ye.
Rêkxerê Raspardeyên Navdewltî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir, me amarên hûr di derbarê bêserûşûnên li Herêma Kurdistanê de ji sedsala derbasbûyî ve û heta şerê DAIŞê, amade kiriye û em dê ji cîhanê re eşkere bikin.
Biryar bû di destpêka meha Nîsana îsal de civîna xûla 19 a lijneya taybet bi rêkeftina parastina bêserûşnkiriyan li baregeha Netewên Yekbûyî li Cenevê bihatiba lidarxistin, lê belê ew civîn bi sedema Coronayê hat paşxistin û biryar hat dan, ku di rojên 5-7 Cotmehê de bi awayê videokonferans bihê sazkirin.
Şanda Herêma Kurdistanê dê li baregeha UNAMI li Bexdayê tevlî civînê bibe.
Rudaw
