• Saturday, 07 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Serokerkanê artêşa Îraqê civiya

Gulan Media October 5, 2020 Nûçe
Serok Barzanî li gel Serokerkanê artêşa Îraqê civiya
tekez li ser karên hevbeş û hemahengiya Hewlêr û Bexdayê kirin.
Behsa rewşa ewlekarî ya Îraq û deverê kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokerkanê artêşa Îraqê Ebdulemîr Yarûlah û Serokê desteya heşda şebî Falih Feyaz kir.

Di civînê de giftûgo li ser rewşa siyasî ya Îraqê û metirsiyên heyî bi taybetî metirsiyên ewlekarî li berdem Îraqê û deverê hate kirin.

Di civînê de behsa karê hevbeş û hemahengiya navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî ya bo rûbirû bûna metirsiyan hate kirin.

Di berdewamiya civînê de her du alî tekez li ser avêtina pêngavên cidî bo normal kirina rewşa deverên ku dikevin çarçoveya madeya 140 ya destûra Îraqê kirin.

Top