• Friday, 06 February 2026
logo

Pêdiviyên xwandina kurdî li Xurmatû ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve hatin dabînkirin

Gulan Media October 4, 2020 Nûçe
Pêdiviyên xwandina kurdî li Xurmatû ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve hatin dabînkirin
Pêdiviyên perwerde û xwandina kurdî li bajarê Xurmatû ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatin dabînkirin.

Berpirsê xwandin û perwerdeya kurdî li Xurmatû, Tarîq Ehmed ji BasNewsê re got, hikûmeta Kurdistanê pêdiviyên xwandina kurdî li Xurmatû dabîn kir. Ew tiştên ku hatine dabînkirin, herî zêde mase, dolab, kursî û textên rûniştinê ne. Pêdiviyên han bi fermana serokê hikûmetê hatine dabînkirin.

Li ser dabînkirina pêdiviyên xweparastina li hember Koronayê jî, Tarîq Ehmed got, heta niha dibistan li Xurmatû venebûne. Kengê vebûn wê çaxê dê pêdiviyên xweparastina li hember Koronayê jî bo me bên dabînkirin.

Basnews
Top