PDK-S serxweşiyê li malbata xebatkar Derwêş Sado dike
Duhî Xebatkar û yek ji damezirênerê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê Derwêş Se'do ji ber vîrûsa Koronayê li nexweşxaneyeke Êlihê canê xwe ji dest dabû.
Komîteya Navendî ya PDK-Sê di peyama xwe de ragihand, rehmetî Derwêş Se'do ji salên şêstî yên sedsala bîstan ve dest bi xebata siyasî û netewî kir û rola wî di piştevanîya şoreşa Eylûlê û şoreşa Gulanê de hebû û wefadarekî rêbaza Kurdayetiyê bû.
Peyama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) wiha ye:
Peyama sersaxiyê ya ji bo koçbarkirina xebatkar Derwêş Se'do
Bi xemeke giran nûçeya koça dawiyê ya kesayetiyê naskirî li Kurdistana Tirkiyê û yek ji damezrênerên Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê Derwêş Se'do gihîşt me. Rehmetî Derwêş Se'do ji salên şêstî yên sedsala bîstan ve dest bi xebata siyasî û netewî kir û rola wî di piştevanîya şoreşa Eylûlê û şoreşa Gulanê de hebû û wefadarekî rêbaza Kurdayetiyê bû. Her ji ber wê rola wî ya balkêş de, cenabê serok rêzdar Mesûd Barzanî mêdalya Barzanîyê Nemir pê bexşand.
Bi vê boneya xemgîn, em sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata rehmetî Derwêş Se'do û laiyngir û kadir û Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê dikin. Ji xwedê hêvîdar in ku bi rehm û behiştê şad bike û sebrekê bide malbat û hevalên wî.
Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya (PDK-S)
3-10-2020
