• Saturday, 07 February 2026
logo

36 çekdarên din ên Sûrî li Azerbeycanê hatin kuştin

Gulan Media October 4, 2020 Nûçe
36 çekdarên din ên Sûrî li Azerbeycanê hatin kuştin
Di şerê Azerbeycan û Ermenistanê de di 2 rojan de 36 çekdarên Şûrî yên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye ew birine Azerbeycanê, Tirkiyê ew xistine bereyên pêşî yên şerê Qerebaxê.

Diyar kir jî, di 48 demjimêrên bûrî de, 36 çekdarên Sûrî hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne. Diyar kir jî, bi giştî heta niha 64 çekdarê Sûrî li Qerebaxê hatine kuştin.

Tirkiye ku di şerê Qerebaxê de piştevaniya Azerbeycanê de dike, hejmarek ji çekdarên opozîsyona Sûriyê tevlî wî şerî kirin. Li gor zanayriyên Rewangehê, heta niha Tikriyê 1200 çekdarên Sûrî birine nêzîkî Qerebaxê.

Ji roja Yekşemê 27ê Îlona 2020an ve, artêşa Azerbaycanê bi piştevaniya Tirkiyê êrîşên xwe yên li ser herêma Qerebaxê didomîne.

K24
Top