• Saturday, 07 February 2026
logo

Pîzişkê Trump derbarê rewşa wî de agahiyên nû dan

Gulan Media October 4, 2020 Nûçe
Pîzişkê Trump derbarê rewşa wî de agahiyên nû dan
Sean Conley ê doxtorê Serokê Amerîkayê Donald Trumpê ku bi vîrusa koronayê ya cureya nû (Covîd-19) ketiye diyar kir ku derman didin Serokê Amerîkayê.

Pijîşkê taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Sean Conley der barê rewşa Trump de peyam weşand û destnîşan kir ku bi pisporên Nexweşxaneya Eskerî ya Walter Reed û Zanîngeha John Hopkînsê re axivî paşê pêşniyaz kir ku wî rakin Nexweşxaneya Eskerî ya Walter Reedê.

Derbarê rewşa Trump de Conley got: “Rewşa Serok baş e û loma ez gelekî kêfxweş im.”

Conley diyar kir ku hewcedariya Trump bi teqwiyeya oksîjenê nîne, lêbelê di encama hevdîtinên bi pisporan re kirî de biryar dan ku bi derman Trump tedawî bikin.

Conley got doza ewil a “Remdesîvîr”ê dan Tump û niha îstirehet dike.

Trump jî diyar kir ku rewşa wî ber bi başiyê diçe.

Di hesabê xwe yê Twitterê de Trump: “Bi ya min ez ber bi başiyê diçim. Ji her kesî bûne alîkar re spas dikim.”

Serokê Amerîkayê ragihand, ew bi xwe û hevjîna wî Melaniya Trump bi Coronayê ketine û ji ber vê yekê wan dest bi proseyaibû kerentîn û wergirtina çareseriyê kirine.

Donald Trump di peyama xwe ya li ser Twitterê da wiha gotibû: “Îşev ez û xanima yekem a Amerîkayê, encamên pişkinînên me yên Coronayê pozîtîv derketin. Em rasterast dest bi proseya çareserî û kerentînê dikin û emê pêkve vê derbas bikin.”

Rudaw
Top