Li Agirî û Amedê di navbera leşkerên Tirkiyê û PKKê de şer derket
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbar operasyon û şer û pevçûnên li gel gerîlayên PKKê daxuyaniyek da.
Li gor daxuyaniya hatiye bêlavkirin, serbazên Tirkiyê di çarçoveya operasyona `Birûsk 3` de, li navçeya Bazîdê ya ser bi parêzgeha Agiriyê ve, bi piştevaniya hêzên azmanî operasyonek pêkanîne.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dibêje, di encama wê operasyon û êrişa hêzên wan de 3 gerîlayên PKK canê xwe ji dest dane.
Her li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe li navçeya Lice ya Amedê jî di operasyona`Birûsk-7` ya hêzên wan de şer li gel PKKê rû dane û di encamê de 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane û hatiye ragihandin ku operasyona wan berdewam dike.
Lê heta niha, ji aliyê PKK ve derbarê şer û pevçûnên li wê navçeyê daxuyaniyek nehatiye dayîn û ev zanyariyên Tirkiyê nehatine piştrastkirin.
Li aliyê din navenda ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê PKK ye, roja 2 Cotmehê, ragihandibû, hêzên wan, di 24 Îlonê û 1 Cotmehê 2020an de, li Heftenînê û Xakûrkê li dijî artêşa Tirkiyê êrîş pêkanîne.
Li gor daxuyaniya HPGê di encama wan êrişan de herî kêm 11 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Herwiha HPGê, di 3 Cotmehê de jî, nasnameya 5 gelîlayên xwe yên ku di 8 û 9 Tebaxa borî de, li Heftenînê di encama bombebarana artêşa Tirkiyê de canê xwe jidest dane jî aşkere kiribû.
Rudaw
