• Friday, 06 February 2026
logo

Şandeke Partiya Çep a Swêdî serdana Demîrtaş dike

Gulan Media October 3, 2020 Nûçe
Şandeke Partiya Çep a Swêdî serdana Demîrtaş dike
Şandeke ji Partiya Çep a Swêdê dê roja Duşemê serdana hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatin Demîrtaş ku niha li zîndana Edîrneyê girtî ye, bike.

Serokê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt, Cîgira Serokê Parlamentiya Swêdê Lotta Jonsson Fornarve û Berpirsê Peywendiyên Derve ya Partiya Çep a Swêdê Hakan Swenneling biyar e roja Duşemê 5ê Cotmeha 2020an li zîndana Edirneyê serdana hevserokê berê yê HDPê Selahatin Demîrtaş bike.

Li gor daxuyaniya Buroya Ragihandina HDPê, Parlamenterê HDPê Zeynel Ozen dê li ser navê partiyê û parêzerê Demîrtaş ê bi navê Ramazan Demir jî ligel şanda Partiya Çep a Swêdê be.

Herwiha tê gotin ku şanda navborî berî ku ji girtîgehê veger dê roja Duşemê saet 11:30 civîneke rojnamevanî saz bike.

Selahattin Demirtaş ji 4ê Cotmeha 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê bi awayekî girtî tê darizandin.

Rudaw
Top