• Tuesday, 29 September 2026
logo

Birêvebirê Perwerdeyê yê Hisîçayê: Şamê pirtûkên me yên Kurdî pejirandin

Gulan Media September 29, 2026 Nûçe
Birêvebirê Perwerdeyê yê Hisîçayê: Şamê pirtûkên me yên Kurdî pejirandin

Ji 6ê Îlonê ve li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê deriyê dibistanan li pêşiya xwendekaran vebûne û sala nû ya xwendinê dest pê kiriye.

Nêzîkî mehekê di ser destpêka sala nû re derbas dibe.

Birêvebirê Perwerde û Fêrkirinê ya Hisîçayê Ednan Berî li ser rewşa xwendinê û amadehiyên ji bo dersên zimanê Kurdî, agahî dan Rûdawê.

Ednan Berî diyar kir ku pirtûkên dersa zimanê Kurdî yên Rêveberiya Xweser ji aliyê Şamê ve hatine pejirandin.

Berî got ku zimanê Kurdî li bajarên Kurdan ji pola yekem heta pola dozdehan wekî ders tê dayîn.

Her wiha wî da zanîn ku dê dersên dîrok, erdnîgarî û felsefeyê jî li zimanê Kurdî werin wergerandin.

Ji bo vê yekê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û komîteyeke Wezareta Perwerdehiyê bi hev re dixebitin.

Berî diyar kir ku îsal xwendekarên polên 9 û 12an dê li ser rêbaza berê ya Rêveberiya Xweser perwerdeya xwe bidomînin.

Birêvebirê Perwerdehiyê yê Hisîçayê anî zimên ku îsal proseya xwendinê li parêzgehê bi gelek astengiyan dest pê kiriye û got

"Tê payîn ku hejmara xwendekaran bigihîje zêdetirî 500 hezarî. Ji ber vegera koçberan, hejmara xwendekaran rojane zêde dibe."

Wî bal kişand ser kêmasiyên heyî û got ku pirsgirêka wan a sereke kêmbûna kursiyan e û hinek xwendekar li erdê rûdinên.

Li gorî axaftina wî, pêdiviya dibistanan bi 9 hezar kursiyên din heye.

Her wiha Berî eşkere kir ku tenê ji sedî 40ê pirtûkên Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê gihîştine Hisîçayê.

Rewşa dibistan û mamosteyan

Ednan Berî li ser rewşa avahiyên dibistanan jî axivî.

Li parêzgeha Hesekê ji 2 hezar û 317 dibistanan, nêzîkî hezar û 800 dibistan vekirî ne.

Zêdetirî 300 dibistan ji ber zerera şer nayên bikaranîn û 100 dibistan jî pêwîst e ji nû ve werin avakirin.

Dr. Ednan Berî da zanîn ku li Hisîçayê 36 hezar mamoste dixebitin.

Ednan Berî li ser ziman jî got, “Eger em zimanê xwe winda bikin, em dê xwe jî winda bikin. Ziman nasnameya me ye, eger em winda bikin, em dê xwe jî winda bikin."

Ev jî naveroka hevpeyvîna bi Birêvebirê Perwerde û Fêrkirinê ya Hisîçayê Ednan Berî ye:

Rûdaw: Ji 6ê Îlonê ve bi fermî li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê deriyên dibistanan li pêşiya xwendekaran vebûn û sala nû ya xwendinê dest pê kir. Nêzîkî mehekê di ser destpêka sala nû ya xwendinê re derbas dibe, em dixwazin bizanibin rewşa xwendinê çawa ye, gelo pirtûk gihîştine dibistanan yan na, û amadehiyên ji bo dersa zimanê Kurdî bi taybetî di çi astê de ne. Li ser vê mijarê, Birêvebirê Perwerde û Fêrkirinê ya Hisîçayê Ednan Berî mêhvanê me ye. Gelek bi xêr hatî. Zêdetirî 20 rojan di ser destpêka sala nû ya xwendinê re derbas dibin, hûn rewşa xwendinê li sînorê îdarî yê parêzgeha Hesekê çawa dinirxînin?

Ednan Berî: Rast e, ji 6ê Îlonê ve deriyên dibistanan li pêşiya şagirtan vebûn lê îsal ne wekî salên berê ye. Rewşeke nû heye. Rast e dibistanên me hatin vekirin lê gelek astengî derdikevin pêşiya me. Rewşa ku em di aliyê perwerdeyê de tê re derbas dibin, bi rastî gelek zehmetiyên wê hene. Piştî ew qasî salên şer, em nikarin rasterast vegerin rewşa berê. Gelek dibistanên me ji xizmetê derketibûn.

Îro li gorî hejmarên me, 2 hezar û 317 dibistan di sînorê îdarî yê parêzgeha Hisîçayê de hene. Pêwîstiya zêdetirî hezar dibistanan bi nûjenkirinê heye. Ji bilî wê, pêdiviyên perwerdeyê gelekî kêm in. Mînak, kursiyên ku şagirt li ser rûnin gelekî kêm in. Ev jî encama rewşa dawî û hatina koçberan e ku hinek dibistanên me kirin kamp.

Dema dibistan dibe kamp, êdî wekî mal lê tê û gelek tişt tê de tên guhertin. Bi rastî, em nikarin di rojekê, du rojan an mehekê de wan wekî berê lê vegerînin. Ji ber wê, gelek zehmetî li pêşiya me hene lê tevî van hemû zehmetiyan jî sala xwendinê dest pê kiriye û pêvajo didome.

Rûdaw: Li parêzgeha Hisîçayê çend dibistanan niha deriyên xwe vekirine û pêvajoya xwendinê tê de bi rê ve diçe?

Ednan Berî: Ji 2 hezar û 317 dibistanan, pêwîstiya 100 dibistanan bi nûveavakirinê heye ji ber ku ji xizmetê derketine. Zêdetirî 300 dibistanan jî pêwîstiya wan bi nûjenkirina nîvî heye, ango şagirt nikarin tê de bixwînin. Em dikarin bêjin ku nêzîkî hezar û 700 heta hezar û 800 dibistan niha vekirî ne û li ser 19 komelgehên perwerdeyê hatine dabeşkirin. Her komelgehek dibistanên di sînorê xwe yê erdnîgarî de bi rê ve dibe.

Rûdaw: Bi giştî çend xwendekar ji bo îsal hatine tomarkirin?

Ednan Berî: Bi rastî heta niha em nikarin hejmareke teqez bidin, ji ber ku rojane hejmareke gelekî mezin a zarokan tên, xwe tomar dikin û dest bi xwendinê dikin. Gelek kes li derveyî parêzgeha Hesekê bûn û rojane gelek kes vedigerin. Em texmîn dikin ku di nava 10 rojên bê de em ê karibin hejmara rastîn a xwendekaran diyar bikin lê li gorî texmînan dê bigihîje zêdetirî 500 hezar şagirtan.

Rûdaw: Gilî û gazinên xwendekaran û malbatên wan li ser pirtûkan hene. Gelek kes dibêjin ku pirtûk hîn negihîştine dibistanên wan. Çend pirtûk gihîştine parêzgeha Hisîçayê?

Ednan Berî: Mijara pirtûkan du aliyên wê hene. Aliyek jê, pirtûkên ku ji wezaretê (Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê) tên e. Ji wan pirtûkan, ji sedî 40 gihîştiye me û me ew belav kirine. Pirtûkên ku ji wezaretê tên li cem me namînin û em wan rasterast belav dikin. Aliyê din, pirtûkên zimanê Kurdî ne. Şagirtên polên 9an û 12an bi bernameya berê dixwînin û me pirtûkên Kurdî li ser wan belav kirin.

Rûdaw: Min tam fêm nekir, mebesta te çi ye? Yanî tu dibêjî îsal ji bo polên 9an û 12an heman pirtûkên berê yên Rêveberiya Xweser tên xwendin?

Ednan Berî: Rast e, şagirtên polên 9an û 12an ên ku berê li gorî bernameya Rêveberiya Xweser xwendine, dê îsal jî pirtûkên Rêveberiya Xweser bixwînin û pirtûk li wan hatine belavkirin.

Rûdaw: Hejmara wan çend e? Çend xwendekar in û li çend dibistanan in?

Ednan Berî: Li seranserê xeta sînor ji Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişloyê, Tirbespiyê, Girkê Legê heta Dêrikê, piraniya dibistanên me yên polên 9an û 12an dê îsal jî li ser pirtûkên Rêveberiya Xweser bidomînin. Wekî min got, di nava 10 rojên bê de em ê hejmara giştî û zelal eşkere bikin.

Rûdaw: Te got ji sedî 40ê pirtûkan gihîştine û we belav kirine. Li hemû dibistanan tê belavkirin? Mekanîzmaya belavkirinê çawa ye?

Ednan Berî: Berê 16 komelgehên me yên perwerdeyê hebûn û me li gorî wan belav dikir. Niha sê komelgehên din jî hatine zêdekirin û bûne 19. Em li gorî hewcedariya her komelgehekê pirtûkan belav dikin. Hinek pirtûk bi giştî hatine, hinek nîv bi nîv hatine û hinek jî qet nehatine. Em li gorî tiştê digihîje ber destê me, wî belav dikin.

Rûdaw: Kêmasiya pirtûkan li kê derê ye, kîjan pol, qonax an jî kîjan ders e?

Ednan Berî: Bi rastî kêmbûna pirtûkan ne pirsgirêkeke ew qasî mezin e, ji ber ku nusxeyên PDFê yên pirtûkan li cem me hene û kîjan mamoste bixwaze dikare bide şagirtan. Pirsgirêka me ya mezin kêmbûna kursiyan e. Pirsgirêka sereke ew e ku şagirt li erdê rûdinên. Her wiha pêdiviyên din ên perwerdeyê jî gelekî kêm in.

Rûdaw: Li çend dibistanan xwendekar li erdê rûniştî ne û me jî ew dîmen dîtin, gelo pêwîstiya we bi çend kursiyan heye?

Ednan Berî: Pêwîstiya me bi nêzîkî 20 hezar kursiyan hebû. Heta niha me nêzîkî 11 hezar kursî çêkirine. Hîn jî pêwîstiya me bi 9 hezar kursiyên din heye da ku em vê pirsgirêkê bi tevahî çareser bikin.

Rûdaw: Li ser dersa zimanê Kurdî, li çend dibistanan tê dayîn?

Ednan Berî: Li kîjan dibistanê û li kîjan gundî du Kurd hebin divê zimanê Kurdî lê were xwendin. Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê li ser malpera xwe navê dibistanên ku zimanê Kurdî lê tê xwendin belav kiribû. Her wiha wezaretê ji me re got çi dibistan bixwaze dikare Kurdî bide xwendin, heta li wan dibistanên ku Kurd jî lê nînin.

Ew plana me dê di nava çend rojan de were ragihandin ji ber ku rojane komelgehên perwerdeyê daxwazan pêşkêş dikin. Li bajarên ku piraniya niştecihên wan Kurd in, zimanê Kurdî ji pola 1an heta 12an wekî dersekê tê dayîn. Pirtûkên zimanê Kurdî heman ew pirtûk in ku berê li dibistanên Rêveberiya Xweser dihatin xwendin û ji aliyê wezaretê ve hatine pejirandin.

Rûdaw: Wate niha li Şamê pêwîstî bi amadekirina pirtûkên zimanê Kurdî nîne û heman pirtûkên bernameya xwendinê yên Rêveberiya Xweser tên xwendin?

Ednan Berî: Belê wisa ye, ji bo dersa zimanê Kurdî heman ew pirtûk tên xwendin ku berê li dibistanên Rêveberiya Xweser dihatin xwendin.

Rûdaw: Ev tenê ji bo salekê ye yan herdemî ye?

Ednan Berî: Niha ev biryar ji bo îsal e. Em ne ew alî ne ku nîqaşê li ser vê mijarê bikin.

Rûdaw: Mijareke din jî hebû ku xwendekar dê azad bin di hilbijartina zimanê xwendinê de ji bo dersên wekî felsefe, dîrok û erdnîgariyê ku bi Kurdî bixwînin yan bi Erebî. Ev yek îsal li parêzgeha Hisîçayê tê bicihanîn?

Ednan Berî: Niha Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û komîteyeke ji wezaretê li ser wergerandina pirtûkên van dersan a ji bo zimanê Kurdî dixebitin. Tê payîn ku ev kar di nava 4-5 rojan de bi dawî bibe. Piştre em dê wan pirtûkan li ser dibistanên xwe belav bikin ji polên 1ê heta 12an.

Dersên dîrok, erdnîgarî û felsefeyê yên ji bo qonaxa amadehî, û dersên dîrok û erdnîgariyê yên ji bo qonaxa navîn, li gel dersa çalakiyan dê ji bo Kurdî werin wergerandin. Em dikarin bêjin ku perwerde dê bibe nîv bi nîv; nîv Kurdî û nîv Erebî.

Rûdaw: Dersa zimanê Kurdî ji bo hemû polan heye, ji pola 1an heta 12an?

Ednan Berî: Belê, ji pola 1an heta 12an heye.

Rûdaw: Gelo mamoste têra hemû pol, qonax û dibistanan dikin?

Ednan Berî: Beriya îsal jî mamosteyên me yên girêdayî Desteya Perwerdeyê li seranserê parêzgehê hebûn. Heman mamoste niha li cihên xwe hatine bicihkirin û dersên xwe didin. Her mamosteyek li gorî beşa xwe dersê dide. Hejmara mamosteyên me li parêzgeha Hesekê gihîştiye 36 hezarî. Rast e, dibe ku di hinek beşên pisporiyê de yên wekî bîrkarî, fîzîk û kîmyayê kêmasiyên me hebin.

Rûdaw: Wekî hûn dizanin, ev demeke ku hinek xwendekar û malbat li Rojavayê Kurdistanê xwenîşandanan dikin û hatibûn avahiya Rêveberiya Perwerdeyê, daxwaza xwendina bi zimanê Kurdî dikin û li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê radiwestin. Peyama we ji wan re çi ye?

Ednan Berî: Ev qasî sal in şagirt bi zimanê xwe dixwînin, nabe ku niha yekser bi giştî bi Erebî bixwînin. Tiştê ku li ser lihevkirin çêbûye tiştekî baş e, bûye nîv bi nîv. Ez niha bi Kurdî bi te re diaxivim û ev zimanê me ye. Ziman nasnameya me ye. Eger em zimanê xwe winda bikin, em nasnameya xwe jî winda dikin. Sûriye îro di qonaxeke nû re derbas dibe.

Eger em di vê qonaxê de nasnameya xwe diyar nekin, em dê winda bibin. Ji ber vê yekê, divê her kes ji bo zimanê xwe hewl bide heta ku wî biçespîne û mafê her kesî ye ku ji bo zimanê xwe hewldanan bike. Ez jî wekî her kesî, heta ji min were ez ê ji bo zimanê xwe û zarokên xwe hewldanên xwe bidomînim.

Rûdaw: Pirsgirêkeke din li kampên koçberên Serê Kaniyê heye. Wan beriya demekê dengê xwe gihandibû Rûdawê û gotibûn ku dibistanên wan bi hêviya vegerê hatine girtin. Niha rewşa dibistanên wan çawa ye?

Ednan Berî: Pêwîst e xelkê Serê Kaniyê vegere ser cih û warên xwe. Ji bo vegera wan planek ji aliyê parêzgariyê ve hatibû danîn. Ji ber wê, me hinek mamoste ji wir kişandin. Hinek ji wan vegeriyan û hinek jî man. Rewşa wan dê di nava mehekê de zelal bibe. Eger çareser nebû, em neçar in ku çareyekê din ji wan re peyda bikin da ku ew şagirt bê perwerde nemînin.

Rûdaw: Ango heta mehekê, heta ku rewşa wan diyar dibe, dê dibistan girtî bimînin?

Ednan Berî: Belê, rewş bi vî rengî ye ji ber ku li kampê valahiyek çêbûye, ne hemû çûne û ne jî hemû mane. Komîteyên me yên encumena Serê Kaniyê li ser vê mijarê dixebitin.

Rûdaw: Amareke we heye ku çend xwendekaran li nava kampan ji vê biryarê zerer dîtine?

Ednan Berî: Niha hejmar li ber destê me nîne ji ber ku dibistan li wir girtî ne û em nizanin çend kes çûne û çend mane. Lê mamosteyên me yên ku birêvebiriya wê derê dikir di nav dan û standinê de ne û li ser mijarê dixebitin.

Rûdaw: Gelekî spas ji bo te Birêvebirê Perwerde û Fêrkirinê ya Hisîçayê Dr. Ednan Berî. Kêfxweş bûn ku tu mêhvanê me bûyî.

Ednan Berî: Li ser çavan.

 

Rudaw

Top