• Tuesday, 29 September 2026
logo

Hewldanên ji bo vegera koçberên Reqa, Tebqa û Girê Spî didomin

Gulan Media September 29, 2026 Nûçe
Hewldanên ji bo vegera koçberên Reqa, Tebqa û Girê Spî  didomin

Der barê rewşa malbatên koçber ên ji Reqa, Tebqa û Girê Spî  de ku li bajarê Kobanê dimînin, endama Komîteya Koçberên Reqa, Tebqa û Girê Spî  ya Kobanê Sara Qewas ji ajansa me re axivî.

Sara Qewas da zanîn ku lîsteya koçberan ji nêzî hezar û 700 kesan pêk tê, ji bo vegera wan ew hemû hewldanên xwe dikin û got: “Piştî êş û zehmetiyên mezin ên ku koçber di kampan û herêmên cuda de dîtine, plana ji bo vegereke ewle heye.”

Sarayê diyar kir ku vegera şêniyan ji bo herêmê xwe mafekî rewa ye, nabe ku ev rewşa mirovî ya koçberan a zehmet bibe qurbaniya nakokiyên siyasî.

Sarayê destnîşan kir ku hewldanên wan ji bo vegerê didomin, lê metirsiyên koçberan hene ku di dema vegerê de êriş çêbin.

Di dawiya axaftina xwe de Sara Qewas bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariya xwe ya mirovî û asayî li hember koçberên Reqa, Tebqa û Girê Spî  pêk bînin û dawî li koçberiya bi darê zorê bînin.

 

ANHA

 

 

Top