Li rojavayê Kurdistanê 80 kesên din bi koronayê ketin
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand ku kesekî li Hesekê jiyana xwe ji dest daye.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 80 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 39 kes li Reqayê, 10 kes li Minbicê, 6 kes li Tebqayê, 5 kes li Kobaniyê, 7 kes li Qamişloyê û 3 kes li Amûdê ne.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 16 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 1891 kesan, ji wan 476 kes baş bûne û 68 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
K24
