Li Pirdê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
Wekî tê zanîn êrîş liv û tevgera çeteyên DAIŞ li Suriye û Îraqê berdewame
Lê belê emê berê xwe bidin Îraqê başûrê Kurdistanê ser sinorê Kerkûk li Pirdê
Dezgeha Dijeterora Îraqê ragihand ku 2 çeteyên DAIŞ’ê xwestin êrîşê pêk bînin herdû hatin kuştin.
Dezgeha Dijeterorê ya Iraqê ragihand ku 2 çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Pirdê ku kembera bombebarkirî li xwe pêçabûn ji aliyê hêzên wan ve hatin kuştin.
Hate ragihandin ku hêzên wan rastî tîmeke çeteyan hatine û şer qewimiye û di encamê de 2 çete hatin kuştin.
Têkildarî mijarê şahideke bûyer dîtî, ragihand ku koma çete ji 3 kesan pêk dihat,
li Pirdê ketibû malekê û dizî kiribûn û got: “Yek reviya û 2 jî hatin kuştin.
Li Pirdê şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de, zarokek jiyana xwe ji dest da
Her wiha herî dawî hat ragihandin kû ii ber şerê bi çeteyên DAIŞ’ê re li Pirdê zarokek mir.
Di vê êrişê de zaroke jiyana xwe ji dest da bi navê Murad Zana ye.
Ronahi.tv
