• Saturday, 07 February 2026
logo

Erdogan gefa operayonên nû li rojavayê Kurdistanê dixwe

Gulan Media October 3, 2020 Nûçe
Erdogan gefa operayonên nû li rojavayê Kurdistanê dixwe
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan gefa encamdana operayonên nû li rojavayê Kurdistanê dixwe û dibêje: Heger sozên ji bo wan dane neyin bicihkirin, dê herin û bi destê xwe wan sozan bînin cih.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro li Hetayê di merasîma vekirina bendava Reyhanliyê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, “Hebûna me a bi bandor dê bi awayekî meydanî berdewam be, heta aramî li ser sînorê me yê başûr bi Sûriyê re bi cih dibe.”

Erdogan gefa wê yekê jî xwar: "Herêmên terorê yên hê jî li Sûriyeyê hene yan mîna soz dane me wê paqij bikin, yan jî em ê herin û bi destê xwe bikin."

Got jî: “Me karîdora terorê ya dihat xwastin bê avakirin, jinav bir. Me nîşan da ku biraderên me yên Sûrî ne bi tenê ne.”

Derbarê rewşa Idlibê de jî Erdogan got, ew razî nabin ti pêngavê bêne avêtin û karesateke mirovî ya din li Idlibê rû bide.

K24
Top