• Saturday, 07 February 2026
logo

Ermenistan: Me 3 balafirên Azerbaycanê xistin xwarê

Gulan Media October 3, 2020 Nûçe
Ermenistan: Me 3 balafirên Azerbaycanê xistin xwarê
Ermenistanê daxûyand ku "3 balafirên Azerbaycanê xistine." Lêbelê Azerbaycan van gotinan red dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Ermenistanê Şûşan Stepanyan got, "Serê sibê 2 balafirên Ermenistanê hatin xistin. Berî çend rojan gotibû, "Me balafireka Azerbaycanê xistiye." Bi vî rengî li gor daxûyaniyên Ermenistanê, "3 balafirên Azerbaycanê hatine xistin."

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê daxûyaniyek da û got, "Çi balafirên me neketine."

Azarbaycan dibêje, "Aliyê Ermensitanê dîsa îddia dike ku balafir û balairên bêbalafirvan xistine xwarê. Ev daxûyanî nerast in."

Azerbaycan û Ermenistan, ser axa Qerebax a Çiyayî şer dikin. Her du welat dibêjin, Qerebax axa min e. Qerebax di bin kontrola Ermenistanê ve ye.

K24
Top