Mesrûr Barzanî: Ez hêvî dikim bîranîna Mam Celal ji bo yekrêzî û tebayiya gelê me hander be
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo salvegera koça dawî ya Mam Celal Talebanî wiha ye:
Di sêyemîn salvegera koça dawî ya Birêz Mam Celal de, rêz û pêzanînên min ji bo xebat û rola diyar a cenabê wî heye di tevgera siyasî ya Kurdistan û Iraqê de.
Ez pêzanînên xwe arasteyî Kek Bafil û Kek Qubad û şûnketiyên rasteqîn ên Mam Celal dikim.
Ez hêvî dikim bîranîna Mam Celal ji bo yekrêzî û tebayiya gelê me hander be.
