Trump û hevjîna wî Melania bi koronayê ketin
Donald Trump îro bi rêya hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ew û hevjîna wî Melania bi koronayê (Covid-19) ketine.
Trump eşkere kiriye: “Rewşa me baş e û em ê bi hev re vê rewşê derbas bikin.”
Li ser vê mijarê Koşka Spî ragihand: “Rewşa tendirustiyê ya Trump û Melania baş e û her du jî li Koşka Spî di karantînayê de ne.”
Duh hatibû ragihandin ku Hope Hicks, Alîkara Serokê Amerîkayê bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketiye.
Hope Hicks roja sêşemê ligel Donald Trump di heman balafirê de bûn û bi hev re çûbûn dîbeyta ligel Joe Biden, rikeberê demokrat ê Donald Trump.
K24
