• Friday, 06 February 2026
logo

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama serxweşiyê, sebaret bi wefata Baba Şêx!

Gulan Media October 2, 2020 Nûçe
Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama serxweşiyê, sebaret bi wefata Baba Şêx!
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber wefata rêberê dînî yê Êzidiyan Baba Şêx payama serxweşiya weşand.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

"Min bi daxekî gelek mezin nûçeya koça dawîn ya Baba Şêx (Şêx Xirto Hecî Îsmaîl), rêberê rûhanî yê dînê Êzidiyan bihîst. Ez serxweşîya xwe pêşkêşî binemala birêzî, mîrê Êzdîyan û Encûmena Rûhanî û hemû xwîşk û birayên Êzidî yên kurdistanê û cîhanê dikim. Ez xwe wek hevparê xema wan dibînim. Birêz Baba Şêx kesayetekî diyar û xwedî pêgehekî girîng bû, li Herêma Kurdistanê û cîhanê. Herwiha roleke mezin di pêşxistina pêkvejiyana ayînî de, li herêma Kurdistanê hebû. Xweda canê wî bi bihiştê şad bike û dilxweşî û aramîyê bide hemûyan.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Top