Îro cenazeyê Baba Şêx bi merasîmekê tê veşartin
Baba Şêx endamê Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan bû û serperiştyariya karûbarên olî yên Êzidiyan dikir û malbata "Şêx Fexredînê Kurdî yê Edê" ye û şevê din, ji ber nexweşiya gurçikê, li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê koça dawî kir.
Ji aliyê olî ve, Baba Şêx, xwedî desthilata herî bilind a ola Êzidîtiyê bû. Ji sala 1995an ve Serokê Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan bû û Serperiştyariya Perestgeha Lalişê dikir.
Piştî wefata Mîrê Êzidiyan Mîr Tehsîn Beg guhertin di postê Baba Şêx de hatibû kirin û Mîr Hazim Beg kurê Mîr Tehsîn Beg her du desthilatên dinyayî û olî yên Êzidiyan girte dest û ligel mîrektiya Êzidiyan, bû Serokê Encûmena Bilind a Rûhanî ya Ola Êzidiyan û Baba Şêx jî weke endamê encûmenê û rêberê olî yê Êzidiyan mabû.
Çend roj berê Baba Şêx li Duhokê bo nexweşxaneyekê hatibû veguhestin û di çavdêriya hûr de bû, piştre bo bajarê Hewlêrê hat veguhestin.
