• Saturday, 07 February 2026
logo

Macron: Mîlîtanên Suriyeyî şandine Qerebaxê

Gulan Media October 1, 2020 Nûçe
Macron: Mîlîtanên Suriyeyî şandine Qerebaxê
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron dibêje, "Agahî di destê me de hene ku mîlîtanên Suriyeyî hatine şandin bo şerê Qerebaxê."

Macron dibêje, "Agahiya me bi zelalî heye ku komên cîhadîst yên li Suriye şer kirine, ji bo şerê Qerebaxa Çiyayî hatine şandin."

Her wiha Macron, Turkiyeyê bi gurkirina şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de tometbar dike.

Rusya jî ji vê rewşê nerazî ye. Berdevkê Kremlînê Dimîtriy Peskov di daxûyaniya xwe de gotibû, "Mîlîtanên li Suriye şer kirinê bi pareyan dişînin deverê. Bi van nûçeyan em bi fîkar û endîşe ne."

Her wiha Macronî rexne li siyaseta Tirkiyeyê ya derbarê Qerebaxê Çiyayî kiribû. Macon dibêje, "Daxuyaniyên Tirkiyeyê nîşan didin, ew desteserkirina Qerebaxa Çiyayî rewa û rast dibînin."

K24
Top