Putin, Trump û Macron banga agirbesteke bilez li Ermenistan û Azerbaycanê kir
Serokê Rûsya Vladimir Putin, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Fransayê Emmanuel Macron derbarê rewşa Qerebaxê de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, hevserokên Rêxistina Hevkarî û Emnî ya Ewropayê, Rûsya, Amerîka û Fransayê di wê daxuyaniya hevbeş de şer û tundûtûjiya li Nagorno-Qerebaxê şermezar kirin û bang li aliyan kirin ku dawî li şer bînin.
Serokên her sê welatan bang li serokên Ermenistan û Azerbaycanê kirin ku bêyî merc bi piştevaniya Grûpa Mînsk a Rêxistina Hevkarî û Emnî ya Ewropayê, berpirsyariyê li xwe bigirin ji bo destpêkirina danûstandinan.
Serokên Rûsya, Amerîka û Fransayê herwiha xemgîniya xwe derbarê qurbaniyên wî şerî de derbirîn û serxweşî li malbatên qurbaniyan kirin.
Li Qerebaxê şer berdewam û Ermenistan û Azerbaycanê duh red kiribûn ku dest bi danûstandinan bikin û serokên herdu welatan gotibûn, “niha ne demeke guncaw e bo destpêkirina giftugoyan.”
Li herêma Nagorno-Qerebax bo dema 4 roj e şer û pevçûnên dijwar di navbera artêşên Azerbaycan û Ermenistanê de rû didin û herdu welat jî amarên ciyawaz derbarê encama şer de belav dikin.
Li gor dawîn amarên ragihandina serbazî ya Ermenistanê, 234 serbaz ji artêşên herdu welatan hatine kuştin, lê Azerbaycanê ev yek piştrast nekiriye.
Tevî hewlên dîplomasî û daxwazên rawestana şer û destpêkirina giftugo, şer û pevçûnên di navbera herdu welatan de bi tundî berdewam in.
Li gor berpirsên Ermenistanê li Qerebaxê, di 4 rojên derbasbûyî de 104 serbazên Ermenî û 130 serbazên Azerî hatin kuştin û 200 jî birîndar bûn.
