• Monday, 28 September 2026
logo

Thomas Lindemann, pisporê warê pêwendiyên navdewletî li Zanîngeha Versailles ji bo Gulanê: Çespandina destûrî ya pêgeha Herêma Kurdistanê û parastina ziman û mafên wê yên çandî, mercên bingehîn in ji bo avakirina baweriyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Gulan Media September 23, 2026 Dîmane
Thomas Lindemann, pisporê warê pêwendiyên navdewletî li Zanîngeha Versailles ji bo Gulanê: Çespandina destûrî ya pêgeha Herêma Kurdistanê û parastina ziman û mafên wê yên çandî, mercên bingehîn in ji bo avakirina baweriyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Thomas Lindemann, pisporê warê pêwendiyên navdewletî li Zanîngeha Versailles ji
bo Gulanê: Çespandina destûrî ya pêgeha Herêma Kurdistanê û parastina ziman û
mafên wê yên çandî, mercên bingehîn in ji bo avakirina baweriyê di navbera
Hewlêr û Bexdayê de.

 

Thomas Lindemann, profesorê naskirî yê Fransî-Almanî di warê pêwendiyên
navdewletî de, yek ji rewşenbîrên diyar û jêhatî yê dibistana avaker
(Constructivism) li cîhanê ye. Ew niha li Zanîngeha Versailles û dibistana
navdar a Polytechnicê wane dide. Lindemann ji ber xebatên xwe yên dahênerane li
ser «Teoriya Danpêdanê (Naskirinê)» navdar bûye, ku tê de tekez dike nebûna
danpêdana nasnameyî sedema serekî ya hilbûna şeran e. Ji bo axaftina li ser
sedemên veşartî yên li pişt şerên niha yên cîhanê û Rojhilata Navîn, me ev
hevpeyvîn bi wî re pêk anî.

• Qeyranên cîhanî heta çi radeyê, li şûna berjewendiyên madî, ji paşguhkirina
nasname û rûmeta neteweyan çavkanî digirin, gelo «danpêdan» kilîta serekî ya
têgihiştina hevrikiyên îro ye?

- Ev rehend (alî) di têgihiştina hevrikiyên hevdem de, wekî şerê Rûsya û
Ukraynayê, aloziyên Îran û Washingtonê, yan destwerdana sala 2026an a
Amerîkayê li Venezuelayê, xwedî girîngiyeke stratejîk a pir mezin e.
Şîroveya madî ya rût ku tenê li ser bingeha hevkêşeya têçû (mesref) û
destkeftan be, ji bo têgihiştina cewherê van şeran qet têr nake. Wek mînak,
têçûyên mirovî û aborî yên bêhejmar ên Rûsyayê li hember destkeftên wê yên
cografîk ên sînordar, îsbat dikin ku «rehenda sembolîk» û rûmetxwazî
livênerên serekî ne.

Şer li vir amûrek e ji bo bercesetkirina pênaseyeke nû ya serweriya hêzan. Rûsya
dixwaze wê pêgeha cîhanî vegerîne ku bawer dike piştî herifîna Sovyetê û
berfirehbûna NATOyê ji dest daye. Wek çawa di pirtûka xwe ya «Sedemên Şer»
(2011) de min amaje pê kiriye, elîtên siyasî amade ne berdêla madî ya pir giran
bidin tenê ji bo nîşandana «vîn» û «wêrekî»yê di qada navdewletî de, ev cureyek
e ji xwederxistina mêrane ya serkirdeyan.

Ev lojîk ji bo Îsraîlê jî piştî 7ê Cotmehê rast e; şer ne tenê bersiveke emnî
ye, belkî îsbata şiyaneke mutleq e ji bo parastina rûmetê û nîşandana hêzekê ye
ku nayê şikandin. Di dawiyê de rehenda sembolîk û madî tevlîhev dibin, ji ber ku
nîşandana hêzê li derve, dibe sedema «kombûna li dor alê» di hundir de. Loma
pêwîst e pirsên danpêdan, rûmet û pêgehê bi ciddî werin wergirtin, çimkî dewlet
ne tenê ji bo xak û samanê şer dikin, belkî ji bo wê wêneya ku li ser xwe hene û
wê rûmeta ku dixwazin bi ser yên din de bisepînin jî şer dikin, ji ber ku mirov
û desthilatdar her tim dixwazin bi riya hêzê pênaseya hebûna xwe ya dîrokî û
siyasî bikin.

• Dewlet çawa dikare bêyî nîşandana lawaziyê, dan bi rûmet û nîgeraniyên neyarê
xwe de bîne? Gelo gengaz e di nava dilê hevrikiyê de, hevsengiyek di navbera
«berperçdana stratejîk» û «danpêdana dîplomatîk» de were avakirin?

- Ev pirseke cewherî ye ku min berê di pirtûka «Sedemên Şer: Hevrikî ji bo
Danpêdanê» de bi hûrgilî behs kiriye. Pêşî divê ez bibêjim ku tu bersiveke
yekta û giştgîr ji bo hemû rewşan nîne. Pêwîst e di pêngava yekem de em ji
cewherê palderên (motîvasyonên) hundirîn ên neyar fêm bikin: Gelo aktorek
tenê ji bo parastina asayîş û pêgeha xwe ya niha şer dike, an xwedî
projeyeke berfirehxwaziya radîkal e? Cudahiyeke pir zelal di navbera
Almanyaya sala 1914an û Almanyaya serdema Hîtler de heye. Pirsa bingehîn ev
e: Gelo em rûbirûyî neyarekî bûne ku ji tirsa bêîstîqrarî û neçariyê şer
dike, an neyarek ku bi baweriyeke zêde ya bi xwe, xewna dagirkeriyê dibîne?

Di piraniya qeyranên navdewletî de, alî bi kêmanî beşek ji wan qenaeta wan ew e
ku asayîşa wan di metirsiyê de ye. Li vir «danpêdan» dibe temamkerekî stratejîk
ji bo têgeha «perçekerî (Deterrence/Pêşîgirtin)». Mînaka herî klasîk John
Kennedy ye di qeyrana mûşekî ya Kubayê ya sala 1962an de; Kennedy hem tundî
nîşan da û hem jî rê neda Yekîtiya Sovyetê rastî sivikatiyeke giştî bê.
Perçekeriyeke (bertekeke) çalak nayê wateya rûbirûbûna neyar bi ultîmatomeke
rût, ji ber ku şikandina rûmeta siyasî ya neyar, têçûya paşvekişînê giran dike.
Divê her tim «derçeyeke bi rûmet» ji bo neyar bimîne daku rewabûna wî ya siyasî
ya navxweyî û navdewletî parastî be û deriyê guftûgoyê neyê girtin.

Ez vê yekê wek «bertekeke hevxemane» bi nav dikim, anku şiyana nîşandana rijdiyê
ligel têgihiştina ji tirs, pêgeh û astengiyên siyasî yên neyar. Herwiha divê em
ji «xefika asayîşê» hişyar bin, ji ber ku ya em wekî berevanî pênase dikin, dibe
ku ji aliyê beramber ve wekî gefeke êrîşkar were dîtin. Danpêdan nayê wateya
radestbûnê, belkî naskirina neyar e wek aktorekî rewa, daku pêşî li seqetbûna
dîplomasiyê bigire.

Di pirsa Ukraynayê de, dibe ku tenê tekezkirina li ser zimanekî yasayî û exlaqî
yê mutleq, qada guftûgoyê teng kiribe. Wekî di pirtûka «Tundûtûjî bi navê
Yasayê» de me amaje pê kiriye, eger yasa bibe çargoşeya yekta ya şîrovekirinê,
têgihiştina ji tirs û palderên siyasî zehmet dibe û hevrikî bêwate dirêj dibin.
Loma pêwîst e dîplomasî wekî amûreke serekî û bibandor ji bo kêmkirina asta
alozî û parastina aramiya cîhanê were bikaranîn.

• Gelo zilhêz di stratejiya berperçdanê (pêşîlêgirtinê) de, girîngiya pêwîst
didin rehendên derûnî û sembolîk ên wekî (rûmet û nasname), an tenê têçûyên madî
wek bingeha rêgirtina li şer û zêdebûna aloziyan dibînin?

- Baweriya min ew e ku zilhêzên modern ên niha, bi taybetî li Ewropa û
Amerîkayê, girîngiya pêwîst nadin rehendên derûnî û sembolîk ên
«pêşîgirtinê» (Deterrence), ji ber ku pêşîgirtin tenê di komkirin û
nîşandana hêzê de kurt kirine. Di demekê de ku pêşîgirtin du peyamên cewherî
li xwe digire: Yekem, qanihkirina neyar bi wê yekê ku şiyana me ya
berevaniyê heye; Duyem, îsbatkirina wê hizrê ku «eger tu êrîş nekî, em jî
êrîşî te nakin». Ev rehenda hevkariyê ya di nava stratejiya pêşîgirtinê de
gelek caran tê paşguhkirin. Pêwîst e aliyê «dilniyayîdan (reassurance)» û
«danpêdana bi nasnameyê» werin bihêzkirin. Neyar divê piştrast be ku mafê wî
yê mayînê heye û neçarî radestbûna mutleq an rûbirûyî sivikatiyeke
sîstematîk nabe. Ev heman cewherê teoriya «qeyrana asayîşê» ye ku John Herz
û Robert Jervis behs dikin. Carna çekdarkirina ji bo berevaniyê, ji aliyê
neyar ve wek gef tê dîtin û dibe sedema pêşbaziyeke çekdarî ya nexwestî.
Nimayişên leşkerî ne tenê gefên madî ne, belkî wek sivikatî bi pêgeh û
nasnameya aliyê beramber jî tên şîrovekirin. Nexwe siyaseteke tundutoj a
pêşîgirtinê divê du peyaman bişîne: «Şiyana me ya berevaniyê heye û em ê
bikin», ligel wê yekê ku «armanca me jinavbirin û bêrêzîkirina bi pêgeha te
nîne eger tu vebijarka aştî û pêkvejiyanê bigirî ber xwe».

• Li pêşiya asêbûna siyasî û bilindbûna nerazîbûnan, kîjan in ew garantiyên
pratîkî ku desthilat ji bo vegerandina baweriya giştî û derbasbûna ji vê qeyrana
giştgîr, peyrew dike û dibin nexşerêya paşerojê?

- Yekemîn waneya cewherî ku em ji ezmûna Iraqê derdixin, pêwîstiya
berçavgirtina têgehekê ye ku navê wê dikim «hevxemiya stratejîk (strategic
empathy)». Qada siyaseta navdewletî heta radeyeke zêde dişibe lîstika kişikê
(şetrencê); her gava ku em tevgerekê dikin, divê em yekser ji xwe bipirsin
aliyê beramber wê tevgerê çawa şîrove dike û berteka wî dê çi be. Em nikarin
tenê di xema bihêzkirina stûnên asayîşa xwe de bin, belkî pêwîst e em fêm
bikin ku pêngavên me çawa wêneya asayîşê li cem aliyê beramber diguherînin û
têk didin.

Kêysa Iraqê di sala 2003yan de mînakake pir zelal e. Piştî êrîşên 11ê Îlonê,
îdareya Bush tûşî dilgiraniyeke (tirseke) rasteqîn a asayîşê bibû. Di wê
keşûhewaya tijî tundûtûjî de, hin daxuyaniyên Saddam Husên û ew mij û morana ku
rejîma wî peyrew dikir, wêneya gefê li cem wan kûrtir kir. Lê Amerîkayê şiyanên
Iraqê gelekî mezintir ji qebareya wan texmîn kir û di dawiyê de tu şopeke çekên
komkuj nehat dîtin ku hinceta serekî ya şer bû.

Ji aliyekî din ve, Saddam Husên wisa têgihiştibû ku hiştina gumanê di
berjewendiya wî de ye; nîşandana lawaziya mutleq, ji bo wî metirsiyeke mezin bû
hem di asta navxweyî û hem jî li hember neyarên derve. Ew tiştê ku Saddam wek
«manoreke çavtirsandinê» bikar dianî, li Washingtonê wek îsbata gefeke mirinê
hat şîrovekirin. Ev paradokseke kujer e: Du alî reftarekê dikin ku her yek ji
wan wek berevanî dibîne, lê belê her du alî jî yê din wek êrîşkar dibînin.

Waneya herî mezin ew e ku divê em ji têgihiştina «Zalbûna bi ser beramber bi
asanî» ji bo pêwendiyên navdewletî dûr bin. Ev nayê wê wateyê ku aktorên şerxwaz
nînin, belkî berî em bigihin wê encamê ku neyar tenê ji zimanê hêzê fêm dike,
divê em eger (îhtîmal) eke din jî bi ciddî werbigirin: Gelo neyarê me ji çi
ditirse? Ew tirs ne tenê leşkerî ye, belkî dibe ku girêdayî pêgeh, rûmet,
navûdeng, an tirsa ji lawazxuyakirinê be. Têgihiştina ji van rehendan nayê
wateya anîna hincetan ji bo neyar, belkî mercê karkeriya stratejîk e. Mirov dema
ku ji palderên rasteqîn fêm bike, baştir dikare danûstandinê bike an pêşî li
beramber bigire.

• Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê zêdetir ji nêrîna darayî û desthilatê ve tên
dîtin, lê li pişt van nakokiyan dîrokeke kûr a lêgerîna li pey nasnameyê heye.
Gelo aramiya rasteqîn pêwîstî bi danpêdaneke dualî nîne ku ji rêkeftina aborî
derbas bibe? Çawa dikare yekparçeyiya dewletê bê parastin û di heman demê de
rûmet û xwestekên neteweyî yên pêkhateyeke cuda jî bi temamî bên naskirin û
danpêdankirin?

- Girîngiya pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê
de, ji nêrîna «Teoriya Naskirinê» ve, ji hevkêşeyên aborî gelek kûrtir û
rîşeyîtir in. Aramiya rasteqîn dema pêk tê ku her du alî piştrast bin aliyê
din wek qewareyeke siyasî û dîrokî ya hertimî, ne wek rastiyeke demkî û
borî, bi wan danpêdanê dike. Ev danpêdan dibe sedema kêmkirina wê dilêraniya
(tirsa) hebûnî ku gelek caran dibe rêgir li pêşiya rêkeftina stratejîk a di
navbera wan de.

Kargêrî û têkiliya berdewam a saziyî û guftûgoyên navbera Hewlêr û Bexdayê, bi
xwe cureyek in ji proseya naskirina fermî, ji ber ku rûniştina li ser maseya
danûstandinê, danpêdana bi rewabûna hevûdu ye. Wek ezmûna Yekîtiya Ewropayê,
berjewendiyên hevbeş ên aborî û çûnûhatina mirovî dikarin nasnameyeke giştgîr û
pir-rehend biafirînin, bêyî ku nasnameyên neteweyî û navçeyî bisirin. Li vir,
çespandina destûrî ya pêgeha Herêma Kurdistanê û parastina ziman û mafên wê yên
çandî, mercên bingehîn in ji bo avakirina baweriyê, ji ber ku her gefek li ser
van, wek metirsiyek li ser xudî hebûnê tê şîrovekirin.

Danpêdana bi nasnameya bikom (kolektîf) nabe ku bibe sedema zindankirina takekes
(ferd) di nav çargoşeyeke girtî de, belkî divê azadiya takekes di pênasekirina
întîma (girêdanbûn) û nasnameya xwe de parastî be. Kurteya nêrînê ev e: Dema ku
qewareyên siyasî û çandî hest bi asayîşa destûrî bikin û pêwîstiya wan bi
berevaniyeke hebûnî ya berdewam nemîne, dikarin bi riya têkiliya erênî û
berjewendiyên hevbeş ve, ber bi aramiya hertimî û pêkvejiyana aştiyane pêngavên
qayîm biavêjin. Ev e tekane riya gihîştina bi aramiyê.

Top