Mela Ehmed Ebdulezîz Şêx Me'rûf Zêbarî, îmam û xetîb: Parastina nîştiman ne tenê mafekî rewa ye, belkî beşekî temamker ê îmanê ye ku zanayên Kurd her tim wekî peyameke pîroz belav kirine.
Mela Ehmed Ebdulezîz Şêx Me'rûf Zêbarî yek ji wan mamosteyên ayînî (dînî) yên
dilsoz e ku temenê xwe di xizmeta mizgeft û mîhrabê û belavkirina peyama aştî û
pêkvejiyanê de derbas kiriye. Niha wekî îmamê mizgefta «Girbîş» û xetîbê
mizgefta «Gerawa» li sînorê nehiyeya Dînarte, roleke berçav di rênîşandana
bawerdaran û çareserkirina pirsgirêkên civakî de dilîze. Di vê guftûgoyê de, em
tîşkê dixin ser têkelbûna îman û nîştimanperweriyê.
• Têkelbûna ayînperwerî û nîştimanperweriyê li cem zanayên Kurd, gelo koka wê di
armancên şerîetê de ye, an encama çand û zilmên dîrokî yên li ser vî neteweyî
ye?
- Gelê Kurd beriya Îslamê jî xwedêperest û xwediyê ayînên wekî Zerdeştiyê
bûye. Piştî hatina Îslamê, zanayên ayînî roleke girîng di têkelkirina îman û
nîştimanperweriyê de lîstin. Wan xelk han dan ku parêzgariyê li xak û
nasnameya xwe bikin, ev yek jî pişta xwe bi fermûdeya (hedîsa) Pêxember
(s.x) dibêstê ku berevaniya li gel û netewe li ser bingeha heq û
dadperweriyê wekî erkeke ayînî ya pîroz dihesibîne. Bi dirêjahiya dîrokê
Kurd wekî gelekî mezlûm rûbirûyî zilmê bûye, Îslamê jî her tim tekezî li ser
piştgirîkirina bindestan û rawestandina destê zaliman kiriye. Parastina
nîştiman ne tenê mafekî rewa ye, belkî beşekî temamker ê îmanê ye ku
mamosteyên ayînî yên Kurd her tim wekî peyameke girîng di nav civakê de
belav kirine, da ku Kurd bigihîje mafên xwe yên rewa û ji bin destê her cure
stemkaran bi temamî rizgar bibe û azad û serbilind bijî.
• Çima amadebûna zanayên ayînî û serkirde û şairên dîndar û tesewufxwaz di
çeperên pêşî de, rehend û nasnameya serekî ya şoreşên li pey hev ên Kurdistanê
pêk tîne?
- Bi dirêjahiya dîroka Kurd, zanayên ayînî û şêx pêşengên tevgerên neteweyî
bûne, ji Şêx Mehmûdê Hefîd û Mela Mistefa Barzanî bigire heta Şêx Ebdulselam
û Şêxê Nehrî. Wan bi zanist û teqwayê baweriya gel bi dest xistin. Melayên
wekî Cizîrî û Xanî her tim parêzvanên xak û ayînê bûne, ev serkirde bi
dadperweriyê dihatin naskirin, her lewma cemawer û mamosteyên ayînî li dora
wan kom dibûn. Pêgeha ayîn di şoreşên Kurd de ewqasî bihêz bûye ku
baweriyeke mitleq li cem xelkê çêkiribû. Evana sembolên têkelkirina bîra
neteweyî û parastina nirxên ayînî bûn di xebata rizgarixwaza Kurdistanê de,
ku her tim şopa destê wan di dîroka siyasî û civakî ya kurdewariyê de diyar
û bibandor bûye.
• Rola hucreyan di pêgihandina bîra neteweyî, parastina ziman û zanistê de çi
bûye ji bo avakirina nifşekî hişyar û nîştimanperwer di nav çanda kurdewariyê
de?
- Hucre di dîroka kurdewariyê de ne tenê navendeke ayînî bûye, belkî navendeke
girîng a perwerdeya neteweyî û rewşenbîrî bûye. Mamosteyên hucreyan ku
piraniya wan şairên mezin bûn, li gel fêrbûna şerîetê, hesta
nîştimanperweriyê û eşqa heqîqî di derûniya feqiyan de diçandin. Îro jî ew
hucre li gelek navçeyên Kurdistanê berdewam in û xizmeteke mezin ji bo
parastina nasnameya me ya dînî û neteweyî dikin. Li gel van, medreseyên
ayînî yên ser bi Wezareta Ewqafê, wekî ya ku li nehiyeya Dînarte heye,
roleke zanistî ya nûjen dilîzin. Ev navend ji refa heftemîn ve xwendekaran
werdigirin û piştî şeş salên xwendinê, kadroyan pê digihînin ku şarezayê
zanistan in û wekî melayekî kurdperwer û nîştimandost derdikevin. Pêwîst e
hikûmet û Wezareta Ewqafê girîngiyeke zêde bidin hemû wan saziyan, çimkî
evana parêzvanên nermrewî û çanda resen a kurdewariyê ne û nifşekî gelek
hişyar ji bo pêşeroja geş a vî nîştimanî û hemû çîn û tebeqeyên nav civakê
bi şêweyeke gelek baş amade dikin.
• Çima berê melayên ayînî ji tundrewiyê dûr bûn? Gelo hucreyên resen dikarin
ciwanan ji fikrên biyanî biparêzin û wekî berê bibin çeqê (navenda) tebayî û
aştiyê?
- Derketina partiyên siyasî yên îslamî û derbasbûna hizrên tundrew ên
hawirdekirî (îthal), sîmaya ayînperwerî û aramiya manewî di nav civaka kurdî
de şêwand. Di salên heftê û heştêyan de, ayîn di mizgeft û hucreyan de bi
ruhê xelkê re têkel bibû. Zikir, selewat, tesbîhat û mewlûdnameyan tam û
çêjeke taybet dida jiyana civakî, lê niha ev efkarên (fikrên) biyanî bûne
sedema qelsbûna wan nerîtên ayînî yên resen û bedew. Ev alî bi navê pîroziya
ayînê, hewl didin nasnameya çandî ya kurdewariyê ber bi aqarekî tundrewane
ve biguherînin, ku di rastiyê de dijî cewhera dilovaniya Îslamê ye. Ew bi
ziqkirina (berçavkirina) nakokiyên mezhebî û sivikkirina îbadetên mezin wekî
(qesirkirina nimêjê di mesafe û geştên kurt de), dixwazin şiko û pîroziya
ayînê di nêrîna xelkê de kêm bikin. Ev hewldanên nebaş ne tenê xizmetê
nakin, belkî gefeke cidî ne li ser wî ayînê exlaqî ku nifş bi nifş di vî
nîştimanî de hatiye parastin, bi armanca dûrxistina mirov ji rastiyên
xwedayî. Ev mezintirîn metirsî ye li ser ayîn û pêşeroja civaka me di vî
nîştimanî de.
• Çima rola zanayên ayînî di çespandina aştî û tebayiya civakî de wekî berê
nemaye? Sedema qelsbûna wê bandora ruhî û mirovî ya ku berê hebû çiye?
- Melayên berê pêşewa û rêberên civakê bûn, hem mamosteyê ayînî, hem muxtar û
hem jî navbeynkar bûn û hemû desthilatek wan hebû. Xelkê jî bi baweriyeke
mezin guhdariya wan dikir û rênîşandanên wan bi temamî cîbicî dikirin.
Xutbeyên (gotarên) melayan her tim di oxira berjewendiya giştî, tebayî û
hevkariya navbera xelkê de bûn. Tu kesî gotina wan paşguh nedikir, belkî
wekî fermaneke pîroz kar pê dikirin. Her ev yek jî bibû sedem ku navçeya me
di rabirdûyê de bibe navendeke yekgirtî, tijî ji hez û dilovaniyê, ku tê de
ruhê hevkarî û pêkvejiyanê sîwana xwe bi ser hemû aliyan de kişandibû. Bi
rastî ew serdem tijî bedewî û tebayî bû.
• Di vî demê milmilanê û fîtneyê de, erka mamoste ji bo parastina aştiya civakî
û çandina ruhê neteweyî û nîştimanperweriyê di nav kom û pêkhateyan de çiye?
- Teknolojî û înternet wekî çekeke duserî ne, her çend nîmet in, lê bikaranîna
wan a xirab ziyana mezin gihandiye nirxên ayînî û neteweyî. Niha gelek ji
ciwanan li şûna pêbendbûna bi rênîşandanên resen ên zanayên ayînî, serî li
medyaya civakî (sosyal medya) dixin da ku wan fetwa û nêrînan bibînin ku li
gel arezûyên (hevesên) wan diguncin. Ev yek jî aliyê teqwa û parêzgariyê di
nav civakê de qels kiriye. Têkçûna nirxên exlaqî û dûrketina ji çanda
kurdewariyê, encama wê bêserûberiya teknolojiyê ye ku pêsîra nifşê nû
girtiye. Li vir erka hikûmetê ye ku bi hestyarî ve (bi hesasî) bê ser xetê û
sînorekî ji bo wan babetan deyne ku ziyanê digihînin rewşta giştî. Pêwîst e
desthilat bi rêya rêkxistina demên karkirinê û sînordarkirina înternetê di
derengiya şevê de, civakê ber bi jiyaneke tendurist ve araste bike. Vegera
ji bo ferhenga «bereket di sibehan de ye» û kêmkirina şevbêriyên
(şevnişîniyên) bêsûd, pêngaveke girîng e ji bo parastina nifşê nû ji
perawêzketin û têkçûna şîrazeya malbatê. Çimkî bêyî kontrolkirina vî rewşî,
pêşerojeke nediyar li benda nasnameya me ya neteweyî û ayînî ye, bila em
hemû bi hemû şiyanên xwe ji bo parastina rewşta kurdayetiyê û kerameta ayînî
berdewam têkoşînê bikin.
• Mamosteyên ayînî yên Kurd çawa karîne bibin parêzvanên rastîn ên kerameta
afratan (jinan) û bersiva wan buxtanan bidin ku dixin stûyê pêgeha jinê li
navçeyê?
- Pêxemberê Mezin (Silavên Xwedê li ser bin) di fermûdeyeke pîroz de
rênîşandana me dike û difermûye: «Xeyrukum xeyrukum lî ehlihî, we ene
xeyrukum lî ehlî» (خَيْرُكُمْ خَيْرُكُمْ لِأَهْلِهِ، وَأَنَا خَيْرُكُمْ
لِأَهْلِي) yanî: Baştirînê we ew kes e ku ji bo malbat û zarokên xwe
baştirîn be û ez jî ji hemûyan baştir im ji bo malbata xwe. Ev fermûde nîşan
dide ku bingeha rewştberzî û mêraniyê di wê yekê de kurt dibe ka mirov çawa
serederiyê li gel hevjîna xwe dike. Afrat (Jin) di nêrîna Îslamê de
emaneteke xwedayî ye di stûyê mêr de, loma erka ser milê hevjîn e ku bi hemû
rêzekê serederiyê li gel bike û hemû mafên wê yên şer'î di dabînkirina
debara jiyanê, cil û berg, xwarin û cihê nîştecihbûnê de ji bo wê pêk bîne,
bi awayekî ku şiko û kerameta wê parastî be. Herwiha ji bo parastina
qewareya malbatê û dûrketina ji her cure laderî û fîtneyekê, pêwîst e
peywendiya navbera hevjînan li ser bingeha nirxên exlaqî û ayînî be. Di vê
serdema niha de ku amûrên teknolojiyê wekî înternet û youtube û bernameyên
şahiyê bandoreke neyînî li ser malbatê çêkiriye, em dibînin têkelbûna
bêserûber û ahengên neguncaw bûne sedema têkçûna şîrazeya gelek malan. Li
vir erka afratê bi xwe jî ev e ku bi hişyarî û parêzgarî reftar bike û nebe
sedema çêbûna guman û pirsgirêkan. Danîna sînorekî ji bo parastina afratê ji
wan fîtne û metirsiyan, ne tenê zext û guşar nîne, belkî mertaleke bihêz e
ji bo ku afrat û malbata wê jî ji karesatên mezin û malwêraniyê bên
parastin. Tenê bi vê hevsengiyê û bi peyrewkirina rênîşandanên ayînî em
dikarin civakeke aram û malbateke bextewer ava bikin.
• Çawa mirov dikare bi rêya Yekîtiya Zanayan sînorekî ji bo gotara tundrew li
ser mînber û medyaya civakî deyne, da ku êdî ziyan negihîje ayîn, pirsên
neteweyî û çanda zanayên Kurd?
- Yekîtiya Zanayên Îslamiya Kurdistanê roleke bibandor di çespandina bingehên
pêkvejiyanê û redkirina hizra tundrewiyê de lîstiye, çimkî tundrewî peyameke
çewtekar (şaşker) û xelet e. Li gorî deqa pîroz «Ud’u îla sebîlî rebbîke
bîl-hîkmetî wel mew’îzetîl hesenetî» (ادع الي سبيل ربك بالحكمة والموعظة
الحسنة), divê bangewaziya ji bo ayînê pîroz ê Îslamê bi hîkmet û şîreta
ciwan be. Pêxemberê Xwedê (s.x) li Medîneyê nimûneya herî bilind a parastina
mafê Cihû û Mesîhiyan bû. Civaka me jî ku pir-ayîn e û Misilman, Mesîhî,
Êzîdî û Sabiî tê de hene, pêwîstiya wê bi rêzgirtina li bîr û baweriyên
hevdu heye. Rêzgirtina li ayînên din di rastiyê de parastina şiko û pîroziya
ayînê me bi xwe ye da ku bêrêzî pê neyê kirin. Wezareta Ewqafê jî bi rêya
gotara hefteyî ya nermrew, hewleke cidî ji bo binbirkirina tundrewiyê dide.
Eger mamosteyên ayînî pêbendî wan rênîşandanên zanistî bin, ne tenê xwe ji
pirsgirêkan diparêzin, belkî dibin hevênê avakirina civakeke teba û tijî ji
aştiyê, ku hemû pêkhate û ayîn bêyî cudahî tê de hest bi aramî û tebayiyê
bikin û dûr bin ji tundûtûjî û yektir-redkirinê, da ku di nav nîştimanê xwe
de ji bo her tim jiyaneke şayeste ji bo nifşên me yên pêşerojê bi baştirîn
şêwe misoger bikin.
