Peter Hahn, profesorê dîroka dîplomatîk li Zanîngeha Ohioyê ji bo Gulanê: Bûyerên piştî sala 1991 û piştre 2003yan, derfeteke wisa ji bo neteweya Kurd afirand ku berê di dîroka hemdem a navçeyê de mînaka wê nebû
Profesor Peter L. Hahn, temenê xwe ji bo têgihiştineke kûrtir a dîroka
dîplomasiyê û peywendiyên navdewletî derbas kiriye. Ew niha profesorê dîrokê ye
li Zanîngeha Dewletê ya Ohioyê (Ohio State University), ku di sala 2025an de
bilindtirîn pileya fexrî ya zanîngehê wekî "Profesorê Nayab ê Zanîngehê" pê
hatiye bexşîn.
Berhemên wî yên herî nû ku di sala 2025an de hatine weşandin, wekî pirtûka
"Qeyran û Ketina Nav Aşê Pevçûnan: Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Rojhilata
Navîn piştî 1945an" û pirtûka "Lîbya û Rojava", çavkaniyên dewlemend in ji bo
têgihiştina aloziyên navçeyê.
Ji bo axaftina li ser siyaseta Amerîkayê li navçeya Rojhilata Navîn û zêdebûna
şer, alozî û tevlîheviyan, wî bi vî rengî bersiva pirsên Gulanê da:
• Di pirtûka "Qeyran û Ketina Nav Aşê Pevçûnan" de, hûn pêşveçûna rola emnî
(ewlehî) ya Amerîkayê li navçeyê radixin pêş çavan. Bi nêrîna li vê dîrokê,
Waşîngton di kîjan têgihiştina şaş a stratejîk de berdewam bûye, û kîjan waneya
bineretî divê bibe rêber ji bo dariştvanên siyaseta îro?
- Tiştekî asayî ye ku dariştvanên siyaseta derve yên Dewletên Yekbûyî yên
Amerîkayê her tim parastina berjewendiyên stratejîk, ewlehî û aborî yên
welatê xwe dixin serveyî hemû pêşîneyan (ewlewiyetan). Ev yek jî bûye sedem
ku gelek caran di têderxistin û qebûlkirina rastîn a berjewendiyên netewe û
dewletên din de rastî şikestineke mezin werin. Di gelek qonaxên dîrokî de
berpirsên Waşîngtonê hewldanên bêdawî kirine daku îrade û xwestekên dewletên
navxweyî têk bişkînin yan jî wan bitewînin, tenê bi mebesta guncandina wan
li gel nexşe û armancên siyasî yên xwe li navçeyê. Herçend e di hin qonaxên
borî de, siyasetmedarên Amerîkî karîne formûleyeke realîst bibînin ji bo
berçavgirtina berjewendiyên cuda yên welatên Rojhilata Navîn, bi awayekî ku
bigihin armancên xwe yên taybet jî; lê belê di hember de, hewldanên çespandî
yên Amerîkayê ji bo destwerdan û arastekirina guhertinên siyasî û stratejîk,
gelek caran bûye sedema derketina pevçûnên xwîndar û bêîstîqrariyeke kûr di
navbera Dewletên Yekbûyî û gelan, yan jî hikûmetên navçeyî de. Nexwe,
tomarên dîrokî bi zelalî wê yekê diselmînin ku girîngîpêdan û têgihiştineke
kûr ji berjewendiyên rastîn ên dewletên navçeyê, mercekî bineretî ye ji bo
her cure hevsengiyekê, li şûna wê yekê ku bi wî çavî li wan were nerîn ku
dikare bi asanî berjewendiyên wan ji bo xizmetkirina pêwîstiyên Amerîkayê
werin guhertin û arastekirin. Ji ber ku ev cure tevger encamên pêçewane
(berovajî) bi xwe re tînin û aloziyên navdewletî zêdetir dikin, ev yek jî
pêwîstiya dîplomasiyeke çalak û avaker ji bo hemû aliyan diselmîne.
• Çima hêzên mezin ji Şerê Sar heta niha, neteweperestiya Erebî û Îranî tenê
wekî "gef" dîtine û li şûna têgihiştin û diyaloga siyasî, her tim stratejiya
"pûçkirinê" hilbijartine? Gelo koka vê serederiya neyînî ji çi serçaviyê digire?
- Dîroka peywendiyên siyasî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li gel navçeya
Rojhilata Navîn, îfadeya cureyek ji pevçûna hizrî û siyasî ya kûr e derbarê
çawaniya serederîkirina li gel têgeha nasyonalîzma navçeyî. Komek ji
berpirsên bilind ên Amerîkayê bi dirêjahiya dîrokê, nasyonalîzm wekî hêzeke
dijber didîtin ku dibe sedema pûçkirina berjewendiyên stratejîk ên
Waşîngtonê û bihêzkirina pêgeha hevrikên wan ên navdewletî. Di serdema Şerê
Sar de, ev nêrîn geş bû, ji ber ku desthilatdarên Amerîkayê tirs ji wê yekê
hebûn ku serhildana hesta neteweyî li Rojhilata Navîn, rêxweşker be ji bo
berfirehbûna hegemoniya komunîzma Sovyetê, têkdana hevsengiyên enerjiyê û
kontrolkirina çavkaniyên dewlemend ên petrolê. Hetta di qonaxên nû de jî,
nasyonalîzm wekî cureyek ji destpêka tundrewiya îslamî hate pênasekirin, ku
vê yekê jî kir ku alîgirên vê rewtê meyla wan ber bi tepeserkirin û
bêdengkirina tevgerên neteweyî ve be, ne ku têgihiştina hevbeş û aramkirina
rewşê.
Li aliyekî din, hejmarek ji berpirs û dîplomatkarên din ên Amerîkî,
têgihiştineke kûrtir û realîsttir ji bo tevgerên nasyonalîst ên Erebî û Îranî
hebûn. Baweriya wan ew bû ku dijayetiya vê hêza cemawerî ya xweriskî, dê encamên
pêçewane hebe û bibe sedema çêbûna ajawê û bêîstîqrariyekê, ku ziyanê digihîne
berjewendiyên Amerîka û welatên navçeyê jî. Lewma vê komê tekezî li ser
girtinabera siyaseta "lihevkirin" û "hemahengî"yê dikir, bi awayekî ku bi fermî
dan bi serwerî û serxwebûna siyasî ya dewletên navçeyê were danîn û bi riya
rêkeftinên siyasî û stratejîk ên hevbeş hevkariyeke avaker were kirin.
Li gorî vê yekê, dîroka siyasî ya Amerîkayê li vê navçeyê bûye qada
milmilaneyeke berdewam di navbera du cemserên dijber de: Cemserek ku pêdagiriyê
li ser rûbirûbûna nasyonalîzmê dike dema ku gefê li berjewendiyan dixwe, û
cemserekî din ku baweriya wî bi diyaloga siyasî, pêkvejiyan û hevkariya hevbeş
heye ji bo parastina asayîş û îstîqrarê li vê navçeya girîng, pirsgirêkdar û
aloz ku bandora wan li ser asta cîhanî û herêmî heye.
• Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd rewta dîroka hemdem a Iraqê ji nû ve dariştiye, her
ji dabînkirina parastina navdewletî ji bo Kurdistana Iraqê piştî sala 1991an ve
heta digihêje danpêdanana destûrî bi qewareya Herêma Kurdistanê piştî
sala 2003yan. Gelo ev ezmûna dîrokî derbarê derfet û astengiyên guncandina
nasnameyên neteweyî yên xurt di çarçoveya dewleteke federal a Iraqî de çiyê
radixe pêş çavan?
- Berî sala 1991an, berjewendiyên gelê Kurd her tim rûbirûyî piştguhxistinê
dibûn, ji ber ku hêzên navdewletî û herêmî ne tenê înkara xwestekên rewa yên
Kurdan dikirin, belkî gelek caran tevgerên Kurdî tenê wekî amûreke guvaşa
siyasî di pevçûnên stratejîk ên xwe de bi kar dianîn. Ji ber vê sedemê,
mafên Kurdan her tim dixistin xizmeta hevkêşe û berjewendiyên dewletên zلهێز
(hêzên mezin). Lê belê piştî 1991an ve, guhertineke bineretî di hevkêşeya
siyasî de hate holê. Destpêkê di saya wê parastina ku di proseya "Çavdêriya
Bakur" de hate dabînkirin û piştre jî bi riya wan rêkeftinên siyasî yên
piştî rûxîna rejîma berê ji bo dabeşkirina desthilatê hatin pêkanîn,
berjewendiyên Kurdan bi asteke bêwêne geş bûn û hatin parastin. Van pêşhatan
selmandin ku dabînkirina rêkeftineke siyasî ya giştgîr û dabînkirina
çarçoveyeke sazî (sazmanî) ya mukum ji bo parastina mafan, dikare asayîş û
bandora siyasî ya Kurdan bi awayekî cewherî û aram bihêz bike, bi awayekî ku
berê tu carî di dîroka hemdem a navçeyê de derfeteke wisa ji bo neteweya
Kurd nehatibû afirandin.
• Ji perspektîfa cûdahiya navbera şerê 1991 û 2003yan de, kîjan waneya cewherî
ji bo biryarderan maye derbarê diyarkirina armancên serbazî, dariştina plana
piştî şer û misogerkirina rewabûna siyasî di destwerdanan de?
- Di yekemîn şerê mezin ê navçeya Kendavê de, George Bushê bav stratejî û
armanceke serbazî ya heta radeyekê sînordar ji bo hêzên welatê xwe destnîşan
kir, ku tenê di rizgarkirina yekcarî ya xaka Kuweytê de asê bibû. Wî serokê
jêhatî karî hevpeymaniyeke navdewletî ya yekgirtî û berfireh bi rezamendiya
fermî ya Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî pêk bîne û di heman demê de
piştgiriyeke cemawerî ya mezin û îcmaeyeke siyasî ya gelek bihêz di navxweyê
Amerîkayê û nav saziya Kongreyê de ji bo kiryarên serbazî misoger bike.
Piştî bidestxistina serkeftina serbazî û têkşikandina beşeke zêde ya şiyanên
artêşa Iraqê, Bush sîstemeke tund a dorpêçkirin û sînordarkirinê bi ser
desthilata Saddam Huseyîn de sepand, bi mebesta pûçkirina şiyana cengî û
rêgirtina li ber her cure pêngaveke din a têkderane di pêşerojê de. Li şûna
hewldana ji bo guhertina bineretî ya sîstema siyasî ya wî welatî, Waşîngtonê
tenê stratejiya ku bi "siyaseta dorpêçkirinê" tê naskirin peyrew kir, ku ji
bo zêdetirî deh salan bi awayekî baş kar pê dihate kirin. Piştre Bushê kur
eynî wê mîrata dorpêçkirinê wergirt ku ji bavê wî û Clinton jê re mabû, lê
di bin bandora şoka êrîşên 11ê Îlonê de, gihişte wê encamê ku Saddam Huseyîn
metirsiyeke bineretî û demildest e. Ev yek jî ji ber wê tirsê bû ku nexwe
Iraqeke vejiyayî di pêşerojê de bibe hevpeymanê komên terorîst ên tundrew.
Her lewma Bushê kur dest bi cengeke giştgîr û êrîşeke serbazî ya berfireh bo
ser Iraqê kir, lê vê carê bi piştgiriyeke navdewletî û navxweyî ya gelek
kêmtir bi berawirdî şerê sala 1991an. Armancên operasyona sala 2003yan
gelekî berfirehtir bûn, ew jî guhertina rejîmê li Bexdayê, jinavbirina
yekcarî ya bernameyên çeka komkujiyê û di dawiyê de proseya avakirina
hikûmet û saziyên demokratîk li Iraqê bûn. Cûdahiya navbera van her du
destwerdanan ne tenê asta cûdahiya piştgiriyan bû, belkî guhertina stratejîk
jî bû.
• Pirtûka we qala pevçûna Ereb-Îsraîl, peywendiya Amerîka-Îran û şerên wekaletî
dike. Çima tevî bi dehan sal destpêşxeriya dîplomasî û destwerdana dervekî, hêj
jî avakirina sîstemeke asayîşa navçeyî ya îstîqrardar wekî armanceke
bidestneketî maye?
- Rojhilata Navîn wekî xala stratejîk a bihevketa sê parzemînên mezin ên
cîhanê û navendeke bêhempa û bêwêne ya piralîbûna neteweyî, çandî û olî ye,
ku xwedî dîrokeke dewlemend û tijî bûyerên cûda ye. Di destpêka çerxê hemdem
û nûjen de, ev navçe di warê aborî de kêmtir geş bibû, di heman demê de bi
destê nehevsengiyeke kûr di dabeşkirina serwet û saman û zêdebûna bilez a
rêjeya mezinbûna nifûsê dinaland. Têkelbûna van rehendên aloz ên siyasî,
civakî û aborî, zemîneya guncaw ji bo serhildana pevçûn û bêîstîqrariyeke
dijwar û demdirêj di hemû navçeyê de xweş kiriye. Di gelek rewşên dîrokî de
destwerdanên biyanî û guvaşên dervekî bûne sedema wê yekê ku aloziyên
navxweyî yên navçeyê zêdetir kûr bibin û çareserkirina wan zehmet bibe.
Karlyêkirinên berdewam ên di navbera piralîbûna navxweyî û guvaşên aborî li
aliyekî û destwerdanên derveyî li aliyekî din, bi hev re bûne kelemeke mezin
li pêşiya avakirina nezmeke asayîşa cîgir. Van aloziyan wisa kiriye ku
Rojhilata Navîn her tim di bazneyeke girtî ya bêîstîqrariyê de bimîne, ku tê
de faktorên navxweyî û navdewletî bandorên neyînî li ser hevdû çêdikin. Her
lewma dabînkirina asayîşeke hertimî di nava vê cografyayê de, pêwîstî bi
têgihiştineke kûr ji wê dîroka tijî kêşmekêş heye ku heta niha jî reng
vedaye û bûye kelemê li pêşiya aştiyê.
