• Saturday, 07 February 2026
logo

30 cîhadiyên Tirkiyeyê hatine kuştin

Gulan Media October 1, 2020 Nûçe
30 cîhadiyên Tirkiyeyê hatine kuştin
Ji aliyê artêşa Ermenistanê ve hatine kuştin.

Nêrîngeha mafên miroavn ya Sûriyeyê belav kir ku di çarçoveya şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê de li navçeya Qerebaxê 30 cîhadiyên Tirkiyeyê hatine kuştin.

Li gor nûçeya nêrîngehê, ew cîhadiyên ku li navçeyên Kurdistanî yên dagîr kirî li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve bo piştîvanî kirina Azerbaycanê hatine şandin, di pevçûnan de ji aliyê artêşa Ermenistanê ve hatine kuştin.

Nêrînvehê herwiha eşkere kiriye ku di heman şer û pevçûnan de zêdetir ji 60 cîhadiyên din yên Tirkiyeyê jî wendane.

K24
Top