• Friday, 06 February 2026
logo

Ji Serokê Herêma Kurdistanê peyama sersaxiyê bo koça dawî ya Mîrê Kuwêtê

Gulan Media September 30, 2020 Nûçe
Ji Serokê Herêma Kurdistanê peyama sersaxiyê bo koça dawî ya Mîrê Kuwêtê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah Ehmed El Cabir Es Sebah peyameke sersaxiyê arasteyî Cînişînê Dewleta Kuwêtê kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Birêz Şêx Newaf Ehmeh El Cabir Es Sebah, Mîrê Cînişînê Dewleta Kuwêtê

Silavên Xwedayê mezin li we be..

Bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya Xwedê jê razî Şêx Sebah Ehmed El Cabir El Sebah, Mîrê Dewleta Kuwêtê gihişte min. Ez bi navê xwe û gelê Herêma Kurdistana Iraqê sersaxiya dostane li cenabê we dikim û bi rêya we sersaxiya malbata we û hemû gelê Kuwêtê yê bira dixwazim.

Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku Xwedê jê razî bixe ber dilovaniya xwe û bi bihiştê şad bike, aramî û dilnewayî ji we re bibexşîne, asayîş û seqamgîrî û pêşketina dewlet û gelê Kuwêtê jî her berdewam be.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê
Top