• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Rojavayê Kurdistanê 121 kesên din bi Coronayê ketin

Gulan Media September 30, 2020 Nûçe
Li Rojavayê Kurdistanê 121 kesên din bi Coronayê ketin
Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, 121 kesên din bi vîrusa Coronayê ketin û 2 kes jî mirin.

Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, amarên 24 demjimêrên borî yên Coronayê belav kir.

Li gor amarên nû, di 24 demjimêrên derbasbûyî de li navçeyên Rêveberiya Xweser 121 kesên din bi vîrusa COVID-19 ketine ku 20 li Hesekê, 21 li Qamişlo, 6 li Amûdê, 45 li Reqa, 8 li Kobanî, 15 li Minbicê û 8 jî li Tebqayê.

Di 24 demjimêrên derbasbûyî de 2 kes bi Coronayê mirine ku 2 zilamin û li bajarê Hesekê hatine tomarkirin. Herwiha 12 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bi Coronayê ketine, gihîşt 1618 kesan.

Herwiha heta niha 64 kesan li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bi Coronayê canê xwe ji dest dane û 429 kes jî baş bûne.

Rudaw
Top