• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Rojavayê Kurdistanê 51 kes bi Coronayê ketin

Gulan Media September 29, 2020 Nûçe
Li Rojavayê Kurdistanê 51 kes bi Coronayê ketin
Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 51 kesên din bi vîrusa Coronayê ketin.

Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, amarên 24 demjimêrên bihorî yên Coronayê belav kir.

Li gor amarên nû, di 24 demjimêrên derbasbûyî de li navçeyên Rêveberiya Xweser 51 kesên din bi vîrusa COVID-19 ketine ku 21 ji wan mêr û 30 kes jî jin in.

Desteya Tendirustiyê ragihandiye, ji wan 48 pêketiyên nû 14 kes li Qamişlo, 6 kes li Hesekê, 9 kes li Girkê Legê, 11 kes li Dêrikê, 2 li Amûdê, 2 kes li Dirbêsiyê û kesek li Tirbespiyê ne.

Desteya Tendirustiyê destnîşam jî kiriye, ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de 15 nexweşên Coronayê baş bşne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bi Coronayê ketine, gihîşt 1497 kesan.

Herwiha heta niha 62 kesan li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bi Coronayê canê xwe ji dest dane û 417 kes jî baş bûne.

Rudaw
Top