Johnson û Erdogan pêşhatên Deryaya Spî û aloziyên Ermenistan-Azerbaycanê nirxandin
Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 28ê Îlonana 2020an peywendiyeke telefonî encam dan.
Serokatiya Ragihandina Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku di peywendiya Erdogan û Johnson de ya ku mijarên geşepêdana têkiliyên Tirkiye-Brîtanya tê de hatin gotûbêjkirin, mijarên herêmî yên weke pêşhatên Rojhilatê Deryaya Spî û aloziyên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de jî hatin nirxandin.
Li gor daxuyaniyê Erdogan û Johnson di mijara bihêzkirina hevkariya di warê berevaniyê li hev kirin.
Erdogan di peywendiya telefonî de amaje bi wê yekê kir ku helwesta hevseng û bêalî ya Brîtanyayê di warê Rojhilatê Deryaya Spî de, ji bo piştevaniya hewlên diyalog û hevkariyê berjewendiyeke hevpar e.
Erdogan behsa pevçûnên di navbera Ermanistan û Azerbaycanê de tekezî li wê yekê kir ku “ji bo aşitî û aramiya herêmê divê Ermenistan ji axa Qerebaxa Jorîn û derdora wê vekişe.”
Rudaw
