• Friday, 06 February 2026
logo

Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê şerê Azerbaycan û Ermenistanê de dicive

Gulan Media September 29, 2020 Nûçe
Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê şerê Azerbaycan û Ermenistanê de dicive
Îro Sêşemî Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve li ser daxwaza hejmarek welatên ewropî, civîneke ne asayî derbarê rewşa Nagorno-Karabax saz dike.

Şerê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de li ser sînorê herêma Nagorno-Karabax berdewam e û biryar e îro Encûmena Asayişa Navdewletî têkildarî rewşê îro bicive.

Li gor zanyariyan, biryar e Almanya û Fransa di vê civînê de pêşniyara çareseriyekê bo aloziyên navbera Azerbaycan û Ermenistanê bikin. Bi gotina çend dîplomatan, di dawiya civîna xwe ya îro de, Encûmena Asayişa Navdewletî dê daxuyaniyekê bide, ku eger heye bandora xwe li ser rewşê hebe, ji ber ku eger bi piraniya dengan nebe, encûmen ti daxuyaniyan nade.

Şeva bihorî jî şer û pevçûn di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de li ser sînorê herêma Nagorno Karabax berdewam bû.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Berevaniya Herêma Nagorno-Karabaxê ragihand, 26 leşkerên din di şerê dijî hêzên Azerbeycanê hatine kuştin, bi vê yekê hejmara qurbaniyên wê di şerê du rojên bihorî de, gihişte 84 kuştiyan.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Ermenistanê jî ragihand, hêzên Azerbeycanê bi tundî êrîşî aliyê başûr û bakurê rojhilatê sînorê Nagorno-Karabaxê kiriye.

Şerê vê carê yê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de ku ji Yekşemiyê ve destpê kiriye, piştî şerê sala 2016 şerê herî giran e.

Piraniya welatên cîhanê û bi taybet Amerîka, Rûsya û welatên Ewropayê daxwaza rawestandina şer û aloziyan kirine.

Li gor zanyariyan, heta niha di şer de 95 kes hatine kuştin, 11 ji wan sivîl in, 9 ji Azerbeycanê û du ji Ermenistanê. Azerbeycanê amarên kuştiyên xwe di şer de aşkere nekirine.

Herêma Nagorno-Karabax ku piraniya akinciyên wê Ermenî ne, ji aliyê fermî ve beşek ji axa Azerbaycanê ye û civaka navdewletî jî heta niha wê herêmê weke beşek ji Azerbaycanê nas dike, lê di pratîkê de ji sala 1991an ve herêm di kontrola hêzên Ermenî de ye.

Piştî şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê û agirbesta sala 1994an a di anvbera herdu aliyan de, li herêma Nagorno-Karabaxê rêveberiyeke taybet hat avakirin û paşê serxwebûna xwe ragihand, lê belê heta niha ti welatekî serxwebûna wê herêmê nas nekiriye.

Rudaw
Top