• Monday, 28 September 2026
logo

Johannes Varwick, Serokê Foruma Zanistî ya Ewlehiya Navdewletî ji bo Gulanê: Rojava li ber devê kendalê ye, veguhastina şer bo nav axa Rûsyayê dê agirê şer bibe nav bajarên Almanyayê

Gulan Media September 19, 2026 Dîmane
Johannes Varwick, Serokê Foruma Zanistî ya Ewlehiya Navdewletî ji bo Gulanê: Rojava li ber devê kendalê ye, veguhastina şer bo nav axa Rûsyayê dê agirê şer bibe nav bajarên Almanyayê

 

Johannes Varwick, Serokê Foruma Zanistî ya Ewlehiya Navdewletî ji bo Gulanê:
Rojava li ber devê kendalê ye, veguhastina şer bo nav axa Rûsyayê dê agirê şer
bibe nav bajarên Almanyayê

Profesor Doktor Johannes Varwick, yek ji kesayetên akademîk ên herî diyar ên
Almanyayê ye di warê zanistên siyasî de. Di gulana 2024an de wekî Serokê "Foruma
Zanistî ya Ewlehiya Navdewletî - WIFIS" hate hilbijartin. Wî bi rêya pirtûka xwe
ya navdar "Têkiliyên Navdewletî ji bo Ehmeqan", karîbûye pirsgirêkên cîhanî yên
herî aloz ên wekî cîhanîbûn, ewlehiya navdewletî, mafên mirovan û pirsgirêkên
jîngehê, bi zimanekî hêsan û zanistî ji bo her kesî şîrove bike. Ji bilî vê, di
berhema xwe ya herî nû de bi navê "Ji bo aştiyê bihêz - Stark für den Frieden",
rexneyeke tund û wêrek li siyasetên ewlehiyê yên niha yên Almanyayê digire û
daxwaza vegera bo "siyaseteke aqilane" dike. Ji bo axaftina li ser pêşhateyên
dawî yên şerê Rûsya û Ukraynayê û encamên vî şerî li ser pêşeroja Ewropa û
cîhanê, me ev hevpeyvîn pê re pêk anî.

• Derbarê şêlbûna sînorê di navbera piştgiriya Rojava û tevlîbûna rasterast di
şerê Ukraynayê de, çi cure alîkariyek xêza sor a herî metirsîdar e ji bo
rûbirûbûna NATO û Rûsyayê? Gelo kîjan rêkar dikare pêşî li zêdebûna van
metirsiyan bigire?

- Niha qala êrîşên hîbrîd ên Rûsyayê tê kirin, wek dronên Leipzigê, lê ev tenê
beşeke gelek biçûk a pirsgirêka rasteqîn e. Bêyî piştgiriya berdewam a
welatên Rojava, Ukrayna dê berê rastî têkçûnê bihata, lewma Rojava niha ber
bi şerekî cîhanî yê berfirehtir dixilîşe. Harchiqas hikûmet berdewam
rastiyan înkar dikin jî, lê wan ji zû ve di pratîkê de bûne aliyekî serekî
di vî şerî de. Rojava li ser devê kêreke tûj dimeşe; bi milyarha dolar çek,
zanyariyên îstixbaratî û diyarkirina armancên serbazî ji bo lêdana nav
kûrahiya axa Rûsyayê pêşkêş dike. Stratejiya ku wekî "Kelandina beqê -
Boiling the frog" tê naskirin, ji bo ceribandina berteka Moskowê û
derbaskirina xêzên sor tê bikaranîn. Ev pêngav metirsiya rûbirûbûna
rasterast a serbazî digel Rûsyayê pir zêdetir dikin. Siyaseta bêperwa ya
"veguhastina şer bo nav axa Rûsyayê" bi teknolojî û pereyê Almanî, egera wê
zêde ye ku bibe sedema wê yekê ku encam û agirê vî şerî bo nav bajarên
Almanyayê bi xwe jî pêngav bavêje û ewlehiya hemû welatiyan bixe metirsiyê.
Gelo cîhan dikare li ber xwe bide li hember van hemû serpêhatiyên serbazî
yên metirsîdar ên niha ku egera wêraniyeke zêde heye? Ev pirsyareke pir
cewherî ye.

• Bi liberçavgirtina tekeziya we li ser dîplomasiyê, şert û mercên rastîn ên
destpêkirina danûstandinan di şerê Ukraynayê de çi ne? Kîjan mijar di pêşîniyê
de ne û çawa mirov dikare ji agirbestekê ber bi rêkeftineke siyasî ya berdewam
pêngav bavêje?

- Divê em bibînin bê encama vê destpêşxeriya nû ya Amerîkayê ji bo
navbeynkariya di navbera Moskow û Kîevê de dê bigihîje çi. Harchiqas ez ne
pir geşbîn im. Her hewleke dîplomatîk ji bo çareseriyê, wek ya ku heta niha
hatiye kirin, pêwîst e tenê li ser bingeha helwestên Ukraynayê nebe, lê belê
divê berjewendiyên hemû aliyan li ber çav bigire. Ev jî pêwîstî bi hûrbûna
li ser paşxaneya şer heye, bi taybetî biryarên lûtkeya Buxarestê ya
sala 2008an derbarê endamtiya Ukraynayê di NATOyê de, ku hêza ajoker a
serekî ya vê hevrikiyê bûn. Her kesê ku bixwaze dawî li vî şerî bîne, divê
van rastiyan qebûl bike. Hikûmeta Almanyayê red dike ku mikur li vê rastiyê
were, lê îdareya Donald Trump rêyeke cudatir girt ber xwe. Hêj di tebaxa
sala borî de, di hevdîtina navbera Trump û Putin li Anchorageê de,
"nexşerêyek" hate pêşkêşkirin ku arasteya lihevkirinekê tê de bû, tiştekî ku
berê wekî tabû dihate dîtin. Ev plana agirbestê; garantiya ewlehiyê li
hember destberdarbûna ji NATOyê, qebûlkirina guhertinên axê, avedankirin û
rakirina sizayên ser Rûsyayê li xwe digirt. Harchiqas ev yek ji aliyê exlaqî
û yasaya navdewletî ve cihê nîqaşê ye, lê piştî têkçûna danûstandinên
Stenbolê, hewla herî şênber bû ji bo rêkeftinekê. Ukraynayê xalên serekî red
kirin û Ewropî jî li dijî Trump rawestan, bêyî ku bikaribin tu alternatîfeke
baştir pêşkêş bikin. Ev hewl gelek baştir e ji wê siyaseta sist û tijî xeyal
a Almanya û Ewropayê ku tenê ji dirûşm û redkirina dîplomasiyê pêk tê.

• Ji ber nebûna yekdengiyê ji bo endambûna bilez a Ukraynayê di Yekîtiya
Ewropayê de, çi cure garantiyeke ewlehiyê ya derveyî NATO û Yekîtiya Ewropayê ji
bo hemûyan cihê razîbûnê ye? Herwiha di vê navberê de, pêwîst e Yekîtiya Ewropa
çawa serederiyê digel asoya endambûna Ukraynayê û mercên wê bike?

- Endamtiya Ukraynayê di Yekîtiya Ewropayê de di pêşerojeke nêz û pêşbînîkirî
de babeteke bi temamî dûrî rastiyê û ne gengaz e. Ukrayna di dema niha de
mercên pêwîst ên endamtiyê tê de nînin. Herwiha piraniya welatên endam di
Yekîtiya Ewropayê de ne amade ne di dema niha de deng bidin vê biryarê.
Ligel vê yekê jî, berpirsyariyeke dîrokî û exlaqî ya mezin a Yekîtiya
Ewropayê li hember Ukraynayê li ser milê wê ye, bi taybetî proseya
avedankirina wî welatî di piştî bidawîbûna şer de, ku erkekî giran û
têçûyeke darayî ya pir mezin dixe ser milê Ewropayê.

Di warê dabînkirina garantiya ewlehiyê de, mirov dikare sê modelên serekî xeyal
bike. Modela yekem "Modela Jûjîkê (Sîxur)" ye. Di vê stratejiyê de Ukrayna bi
awayekî berdewam û herdemî bi çekên pêşketî yên Rojavayî tê pirçekkirin û
hevkariya temam tê kirin di warê rahênana serbazî, encamdana meşqên hevbeş û
dabînkirina zanyariyên îstixbaratî de. Di vê çarçoveyê de, welatên Rojava dê
pêbendiyeke peymanî hebin ji bo pêşxistina pîşesaziya berevaniyê ya Ukraynayê bi
rêya avakirina projeyên hevbeş ên serbazî.

Modela duyem, pêşniyara bicihkirina hêzan li nav axa Ukraynayê ji aliyê
"hevpeymaniyeke dilxwaz" ve dike. Eger ezmûna hêzên "KFOR" li Kosovayê wek mînak
bê wergirtin, ku ji bo parastina du mîlyon kesan pêwîstî bi 40 hezar serbazan
hebû, cîbicîkirina heman modelê li Ukraynayê pêwîstî bi sedhezaran serbazan
dibe, ku dabînkirina wan ne gengaz e. Ji bilî vê, her biryareke navdewletî
pêwîstî bi razîbûna Rûsyayê di Encûmena Ewlekariyê de heye, ku ev karekî ne
pêkan e. Vebijêrkeke sadetir "Hêza kemîna hestyar" e ji bo tirsandina Rûsyayê ji
rûbirûbûna rasterast, lê ev jî tenê li ser bingeha hêvî û pêşbîniyan e. Herwiha
şandina tîmên çavdêriyê wek "OSCE" tenê ji bo tomarkirina binpêkirinan e û
garantiyeke rasteqîn nîne. Lewma bicihkirina hêzên Rojavayî li ser axa Ukraynayê
wekî garantiyeke pêbawer, di pratîkê de vebijêrkeke dûr e.

Modela sêyem, bicihkirina hêzan li welatên derveyî Ukraynayê ye, bo mînak li
Polonyayê, da ku di demên awarte de şiyana destwerdana bilez hebin. Ev jî
pêwîstî bi planeke serbazî ya hûr û meşqên berdewam heye bêyî têkildarbûna
rasterast a NATOyê, ku tê de rola serbazî ya Yekîtiya Ewropayê hê jî cihê gumanê
ye.

Di dawiyê de, tenê çareseriya siyasî ku her du alî li ser wê rêk bikevin mifteya
pirsgirêkê ye. Ji vî alî ve, ew rêkxistinên waqîbîn (realîst) ên ku Trump ji bo
xêzên bereya şer pêşniyar dike, baştirîn garantiya bihêz e ku Ukrayna bikaribe
bi dest bixe.

• Hûn daxwaza proseya 'Helsînkî' û guhertina ewlehiya Ewropayê dikin, ev sîstem
dê di pratîkê de çawa be? Herwiha çawa dikare berevaniya NATOyê û rêgirtina li
rûbirûbûna herdemî digel Rûsyayê werin hevsengkirin?

- Îro kes nikare bi hûrî pêşbîniya dem û çawaniya bidawîbûna şer bike, yek
tişt eşkere ye: tu vebijêrkeke baş li holê nemaye. Ji bo mîmariya ewlehiya
Ewropayê ku niha wêran bûye, heta kêmtirîn aramî jî tenê dema ku şerê nav
Ukraynayê neguhere bo şerekî giştgîr li ser xweya Ukraynayê dikare bê
dabînkirin. Welatên Rojava û Rûsya heta di baştirîn rewşê de jî, dê ji bo
demeke dirêj di hevrikiyeke tund a bêwêne de bimînin. Lewma vegera bo
ewlehiyeke cîgir di pêşerojeke nêz de ne gengaz e, lê digel vê yekê
pêwîstiyeke bilez e.

Têgeha "Helsînkî" amaje ye bi konferansa sala 1973an ku bû sedema îmzekirina
rêkeftinnameya dawî ya Helsînkiyê di 1975an de. Di wî serdemî de şerê Viyetnamê
di lûtkeyê de bû, lê hêzên mezin karîbûn pêbaweriyeke sînordar di navbera
neyaran de dirust bikin. Harchiqas "Ruhê Helsînkiyê" ji dest çûye, lê erka ser
milê me ye ku em bifikirin ji bo vegera wê. Pêncî sal piştî Helsînkiyê,
pêwîstiya cîhanê bi modelek nû ya navdewletî heye. Ev model nabe ku ji aliyê tu
hêzeke serkeftî ve bê sepandin, lê belê divê bi danûstandineke hûr di navbera
hêzên cuda de bê avakirin.

Bingehê serekî dikare ev be: "Cîhanîbûna bêyî destwerdanê". Li vir mafên mirovan
û yasayên navdewletî wek asoyeke bi nirx dimînin, lê hemdem divê hêzên mezin ji
wan siyasetên destwerdanê dûr bikevin ku xêzên sor derbas dikin û metirsiya
rûbirûbûna rasterast zêde dikin. Dibe ku ev model ne bêkêmasî be, lê dibe
bingehek da ku hevrikiyan nebin sedema karesatan. Tişta ku îro pêwîst e,
cureyeke exlaqî ye ji "Realpolitik" yan siyaseta waqîbîn ku tekezî li ser
armancên giştî bike û bi hişyarî metirsiyên zêdebûna alozîyan binirxîne, ne ku
tenê mijûlî daxwazên îdealîst be. Ev yekane rê ye ji bo parastina cîhanê ji
hilbûna şerekî wêranker ê din di pêşerojeke nêz de.

• Ji nêrîna siyaseta derve û ewlekariya Almanyayê ve, girîngiya stratejîk a niha
ya Herêma Kurdistanê çî ye? Bi liberçavgirtina piştgiriyên Berlînê ji bo Hêzên
Pêşmerge û aramiyê, di kîjan warî de dikare di salên bê de hemahengî û têkiliyên
dualî di navbera wan de ber bi bêtir û kûrtir pêş bikevin?

- Di dema niha de ev babet ne di pêşîniya karnameya siyaseta derve ya dewleta
Almanyayê de ye û wek pirseke stratejîk a bilez nayê dîtin. Di rastiyê de di
vê qonaxê de piraniya herî mezin a pirsên navdewletî di navendên siyasî yên
Berlînê de, tenê ji nêrîna wê metirsî û "gefa ku ji aliyê Rûsyayê ve" dirust
bûye, têne nirxandin. Ev nêrîna balkişandî bo ser kêşeyên Ewropaya Rojhilat,
bûye sedema wê yekê ku gelek ji pirsên girîng ên din ên siyaseta derve bêne
paşguhkirin û bikevin perawêza giringiya dîplomatîk.

Hemdem di vê gavê de pir zehmet e ku mirov bikaribe pêşbîniya wan dînamîk û
guhertinên nû bike ku di encama verçerxanên berdewam ên navçeya Rojhilata Navîn
de têne holê. Pêgeha Almanyayê di van hevkêşeyên herêmî de bi awayekî ye ku ne
xwediyê hegemonya û bandoreke siyasî ya berçav e, ne jî tevlîbûneke çalak û kûr
di kêşeyan de heye. Ev sistî û vekişîn bi zelalî di biryara bidawîanîna erka
şêwirmendiya serbazî ya demdirêj a Almanyayê ji bo hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê
li Hewlêrê reng dide, ku nîşaneya guhertina arasteya karkirina wan e li navçeyê.

Tevî vê paşekêşiya serbazî, Berlîn hê jî xwedî têkiliyeke dîplomatîk û dostaneya
nêz e digel Herêma Kurdistana Îraqê, lê ev têkilî xwedî çarçoveyeke diyarkirî
ne. Almanya ji aliyekî ve naxwaze wek piştgirîkerek ji bo damezrandina dewleteke
serbixwe ya Kurdî derbikeve, ji aliyê din ve bi tu awayî piştgiriyê li
bihêzkirina projeya serbixwexwaziyê li welatên Tirkiye, Sûriye û Îranê nake.
Lewma tê çaverêkirin ku di pêşerojeke nêz de siyaseta Almanyayê bi vî awayî
berdewam bibe: Piştgirîkirina li parastina mafên bineretî yên Kurdan,
dabînkirina aramiyê û handana tevlîbûna siyasî di nav çarçoveya dewletan de, lê
ev helwest qet bi wê wateyê nîne ku Almanya xwe pêbend bike bi piştgirîkirina
mafê diyarkirina çarenûsê ku bigihîje asta cudabûnê û ragihandina dewleteke
serbixwe.

 

 

Top