Nissim Mannathukkaren, Profesorê Lêkolînên Pêşketina Navneteweyî li Zanîngeha Dalhousie ji bo Gulanê: Neteweperwerî yek ji nasnameyên herî bihêz û bibandor li cîhanê ye.
Neteweperwerî (Nasyonalîzm) di cîhana îroyîn de hîn jî yek ji herikîn û pêlên
herî bihêz û bibandor e; nasnameyek e ku ne tenê pêwendiyên takekesî bi netewe û
civakê re diyar dike, lê belê roleke girîng di avakirina dewletê, arastekirina
siyasetê û diyarkirina şêweyê pêwendiyên civakî û siyasî de dilîze. Li herêmeke
piralî û pirnasnameyî ya wekî Rojhilata Navîn, pirsa neteweperweriyê û çawaniya
avakirina nasnameyeke giştgir û hevpar, xwedî girîngiyeke taybet e. Bi taybetî
li Iraqê, ku pirrengiya etnîkî, olî û zimanî beşeke sereke ya pêkhateya civakê
ye, gotûbêjkirina li ser pêwendiya neteweperwerî, demokrasî û dewleta neteweyî
dibe mijareke girîng û rojane. Di vê hevpeyvînê de, Nissim Mannathukkaren,
Profesorê Lêkolînên Pêşketina Navneteweyî li Zanîngeha Dalhousie û lêkolînerê
warê demokrasî û neteweperweriyê, behsa cewherê neteweperweriyê, ezmûna
Hindistanê û waneyên wê ji bo Rojhilata Navîn û Iraqê dike.
• Hûn kesekî pispor, taybetmend û lêkolîner in di warê neteweperweriya Hindû de,
ku carinan ev neteweperwerî wekî dijî-modernîte, an jî wekî vegerîna ji bo
Hindûîzma beriya dîroka hevçax tê binavkirin. Hûn van şîroveyên cuda yên
neteweperweriya Hindû çawa dinirxînin û gelo wê karîbûye modernîte û
neteweperweriyê bi hev re biguncîne?
- Ev pirsyareke baş e. Hemû ew tevgerên paşverû ku hewl didin xwe li ser
ramaniyeke kevneşopî ava bikin, vedigerin ramana şaristaniya beriya
modernîteyê. Lê belê şaristaniya Hindû ser bi serdem û roja modernîteyê ve
ye, ev jî xaleke girîng e ku divê em li ser bifikirin. Em di salên
beriya 1550 an 1400î ya zayînî de najîn, belku em di roja hezarsala sêyemîn
de ne û heta ew tevgerên ku hewl didin nasnameyeke siyasî li ser bingeha
ramanên kevn ava bikin, hîn jî wekî tevgerên hevçax tên dîtin, ku hebûna wan
di serdema modernîteyê de bûye tiştekî hewce. Ev serdem bi ramanên girêdayî
demokrasî, wekhevî, dabînkirina mafan ji bo her kesî, mafên takekesî û
azadiyên takekesî ve girêdayî ye. Ev yek azadiyên jinan û wekheviyê û hwd.
li xwe digire. Aliyên teknîkî yên modernîteyê, wek zanyarî û teknolojî, bi
pîşesazîbûnê rû dane. Ev tevger mijûlî derbaskirina senaryoyekê ne ku tê de
hemû ev pêşketinên hevçax – di warê zanist, teknolojî, aborî û siyasetê de –
derketine holê, tevî vê yekê jî, ew behsa ramaneke pêş-modernîteyê dikin ku
bi şaristaniyeke berdewam ve girêdayî ye, xeteke ramanê ya nequtbûyî ku ji
bo 5000 salan e heta niha hebûna xwe diparêze. Divê ew li gel modernîte,
rewşa hevçax û şert û mercên madî yên serdemê de nerm bibin û tevbigerin.
Her ji ber vê yekê ye ku gotûbêj derbarê wan pirsgirêkan de tê kirin ku hûn
dipirsin: Ew çawa bi teknolojî, kapîtalîzm, bajarvanî, medyaya civakî, çanda
mezaxtinê (bikarhêneriyê) û hwd. re rûbirû dibin. Li vir mebesta min ew e ku
tu tevgerek nîne ku bixwaze ramaneke şaristaniya kevn zindî bike û bikaribe
xwe ji rûbirûbûna bi ramanên hevçax re dûr bixe.
• Gelo mimkun e hûn vê zêdetir zelal bikin?
- Pir baş e, eger em çanda mezaxtinê ku bi ramanên muhafezekar ên kevn re, li
kêleka pirsa wekheviyê hatiye têkelkirin werbigirin, em ê bibînin ku ew
hêman û xisletên kevn û nû li xwe digirin. Mebesta min ew e, rast e tu
vedigerî ramanên kevn, lê di heman demê de tu mecbûr î bajêr bi rê ve bibî.
Tu behsa bajarvaniyê dikî, ji ber ku em di sedsala 10emîn a zayînî de najîn,
em behsa sedsala 20 û 21emîn dikin, ku va ye hejmara nifûsa cîhanê
gihîştiye 8 milyar kesî û li gel vê yekê aloziyên wê zêdetir bûne. Yanî heta
eger ramaneke te ya pêş-modernîteyê hebe jî, tu her mecbûr î bi aloziyên vî
serdemî re rûbirû bibî. Her ji ber vê yekê ye dema ku mijar bi demokrasiyê
ve girêdayî dibe, tu bi ramanên cihêreng, nakokî û aloziyan re rûbirû dibî.
Ji bo nimûne, eger tu bixwazî hin ramanên kevn û paşverû zindî bikî û
bixwazî wan pêk bînî, tu yê bikevî nav nakokiyan, va ye pêşketina
teknolojiyê hin alozî çêkirine ku tu nikarî vegerî rewşa beriya derketina vê
teknolojiya hevçax.
• Nexwe erka van tevgeran ne hêsan e, ev rast e?
- Ez dibêjim: Divê ev tevger teknolojiya hevçax bi kar bînin û li gel wan
pêvajoyên civakî yên ku ji wan derdikevin, danûstandinê bikin. Li vir ez
nîqaşa wê yekê dikim ku hemû ev tişt rewşekê diafirînin ku tê de ramanên
kevn û modernîte pêk re karlihevkirinê (têkiliyê) dikin. Ku dibe ev yek nebe
sedema pêvajoyeke veguhêz a hêsan. Belku dibe ku nakokiyeke kûr jê
derbikeve, ew jî wek encama têkelkirina modernîteyê bi ramanên kevn û
muhafezekar re. Ev pirsgirêkek e û rûbirûyî tevahiya ramanên kevneşopî,
tevgerên siyasî, îdeolojî û ramanên kevn dibe, yên ku dixwazin
dewlet-neteweyeke nû, an jî nasnameyeke nû ava bikin, ew jî li ser bingeha
ramaneke paşverû. Ku di heman demê de nikarin xwe ji rûbirûbûna li gel
ramanên nû, teknolojiya hevçax û hemû ew rewşa madî ya ku derketiye holê,
dûr bixin. Ev tevger nikarin vê rewşê berovajî bikin û şert û mercan
vegerînin bo çendîn qonaxên beriya niha. Ji ber sedemeke pir hêsan, ew jî ew
e ku êdî em di sedsalên navîn de najîn.
• Lêkolîn û xebatên we wiha li me dikin ku em bi awayekî li ser neteweperweriyê
bifikirin ku ne tenê bi întegrayî (girêdan) ji bo grûpeke etnîkî kurtebir dibe,
belku ev yek bi kûrî bi avakirina dewleta hevçax, aboriya siyasî û milmilaneya
girêdayî demokrasî û serweriyê ve girêdayî ye. Niha jî em li Rojhilata Navîn
dijîn ku dewletên wê yên neteweyî di nav qeyranan de ne. Li vir pirs ev e: Gelo
astengî di têkçûyîna avakirina neteweperweriyeke avaker û sivîl de ye, an xudê
ramana dewleta neteweyî bi pirrengiya civakî û dîrokî ya vê herêmê re nagunce?
Gelo ezmûna Hindistanê hilgirê çi waneyekê ye ji bo vê herêmê û ji bo Iraqê?
- Neteweperwerî (nasyonalîzm) bixwe di cîhanê de yek ji nasnameyên herî bihêz
û bibandor e, lê di rastiyê de pirsa binyatî ev e; em çawa dikarin
neteweperweriyeke giştgir û piralî ava bikin. Neteweperweriya sivîl, ku li
ser bingeha take nasnameyeke etnîkî nehatibe avakirin. Dewleta neteweyî ya
Hindistanê mînakeke berbiçav e derbarê wê yekê de ku çawa pirrengî – etnîkî,
olî û zimanî – dikare di bin sîbera demokrasiyê de bê komkirin. Ji ber vê ye
ku tê gotin demokrasiya Hindistanê mezintirîn ezmûn e di dîroka cîhanê de,
çimkî ji aliyê hejmara nifûsê ve mezintirîn netewe ye ku karîbûye
rêveberiyeke demokratîk ava bike û pêk bîne. Ev e girîngiya demokrasiya
Hindistanê ku di sala 1947an de dest pê kir, dema ku xwe ji dagirkeriya
Brîtanyayê rizgar kir. Nexwe ev yek mezintirîn ezmûna demokrasiyê ye li
cîhanê ku heta niha berdewam e. Lê belê niha ev ezmûn rûbirûyî dijwariyê
bûye di cîbicîkirina xewna darijênerên destûra wî welatî de, ku hewl dan di
siya destûrekê de bikaribin îdareya pirrengiya etnîkî, olî û zimanî bikin, û
maf û azadiyên wekhev ji bo her kesî dabîn bikin. Lê belê tevî ku ev raman
bi temamî di pratîkê de nehatine cîbicîkirin, lê hîn jî wekî belgeya
piştrastkirinê mane ku azadiyên demokratîk dikarin çi desteber bikin. Lê
wekî ku min amaje pê kir, niha ev yek rûbirûyî pirsgirêk û dijwariyê bûye,
çimkî niha ramana neteweyeke demokratîk û sivîl bi derketina hewldana
derxistin û çespandina nasnameyeke yekrengî diheje, ku bi rêya wê pirrengiya
nav neteweyê bê fetisandin û tepeserkirin. Yanî niha ev raman ketiye nav şer
û milmilaneyekê ligel neteweperweriya Hindistanê ya ku di sala 1947an de
derketiye holê.
• Nexwe gelo ezmûna Hindistanê dikare çi sûd û waneyekê ji bo welatên din hebe?
- Ez wisa difikirim ku ew guhertina li Hindistanê çêbûye, hilgirê waneyeke
mezin e ji bo beşên din ên cîhanê, di nav wan de Rojhilata Navîn û bi
taybetî Iraq, ji ber ku li Iraqê jî piştî rizgariya wê ji desthilata
mêtingeriyê, hin ji van ramanên hanê hebûn. Wisa bû ku tevgera welatên
bêalî, Hindistan, Iraq, Endonezya û welatên din ên bin desthilata
mêtingeriyê kom kir ji bo têkoşîna li dijî mêtingeriyê û hewl hat dayîn
dewleteke neteweyî bê avakirin. Li vir ez dixwazim amaje bi wê yekê bikim ku
ev pirs xwedî aliyekî aborî jî ye, yanî tenê wekheviya siyasî têr nake,
belku divê ji aliyê aborî ve jî ev maf bê dabînkirin. Mebesta min ew e, divê
mafê wekheviya aborî hebe û giringî bi xelkê hejar û feqîr bê dayîn, dewleta
refahê bê avakirin û her kes pareyeke wekhev ji serweta aborî bigire.
Bêguman di pratîkê de, kêmtirînê van mafan hatin cîbicîkirin. Di vî demî de
pirsgirêk ew e ku heta van ramanên hanê jî paşveçûn kirine. Bi awayekî ku
niha senaryoyeke din li cîhanê çêbûye, heta li Hindistanê jî, siyaseta
rastgira tundrew derketiye holê ku dixwaze nasnameya welat li ser bingeha
paşguhkirina pirrengiyê, tepeserkirina hindikahiyan û serxistina grûpeke
diyarkirî ji nû ve ava bike, di heman demê de nikarin pirsgirêkên bingehîn
ên wekî dabeşkirina serwet û samana welat çareser bikin. Ev waneyek e ji bo
hemû beşên cîhanê, ji ber ku ev tevgerên hanê di bilindbûnê de ne û
desthilatê digirin destên xwe. Hindistan mînakeke berbiçav e, ji ber ku ji
aliyê hejmara nifûsê ve welatekî mezin e.
