Artêşa Îraqê: Hemahengiya me li gel Pêşmerge heye
Artêşa Îraqê dibêje emê hemahengiya xwe berfiretir bikin.
Fermandarekî artêşa Îraqê bi navê Tehsîn Xefacî diyar kir ku di navbera artêşa Îraqê û hêzên pêşmerge de hemahengiyeke baş heye û ew hemahengiya han berdewam dibe.
Tehsîn Xefacî eşkere kiriye ku artêşa Îraqê û hêzên pêşmerge li dijî terorîstên DIŞIê û bo ji nav birina yekcarî ya terorîstên DIŞIê û metirsiyên wan li ser welatiyan, hemahengiya xwe berfiretir dikin.
