Çapemeniya Silêmanî: 3 milyar dolarê YNKê winda ye û dibe biribin bo derveyî welat
Li gor raporta malpera Direw Medya ya ser bi berpirsekî berê yê îstixbarata YNKê, YNK tenê her meh dikar 2 milyon û 500 hezar dolar dahatê komkirî bidest dixe, lê xercên hermehê yê hemû organ û saziyên YNKê 5 milyon dolare û ji ber wê jî sedî 50 kêm dimîne.
Herwaha tê gotin, naha li Silêmanî û navçeyên wek bazineya Kesk û sînorên desthilata YNKê, herçend rojane sermayedarên nû derdikevin jî, lê piraniya xelkê roj bi roj rewşa wan xirab dibe. Li gor heman raportê: ‘’Sînorê Silêmaniyê rojane zeviyên wê ji aliyê şîrketekî ve tê parçe parçe kirin û dabeş kirin. li pişt wê şîrketê jî berpirsên YNKê hene, lê dahata wê jî navegere bo sandoqa YNKê.’’
Herwaha tê aşkera kirin, lijneyekî sê kesî bo lêkolîna wî pare û dahatên YNKê hatiye pêkanîn û bi taybet jî pêdeçûnê li ser 3 milyar dolarê YNKê bike. ‘’Di heyama borî de ew pare diyar nemaye û dibe ku ew pare biribin derveyî welat.’’
Beşek ji karê wê lijneya pêkhatiye, lêkolîn li ser dahatên grubên şîrketên Nokan ku xwedî 46 şîrkete û di warê hilberîn, xizmetguzariya neft, mulk, balefirxane, bazar, kalite kontrol, Hotel, geştyarî, elektrîk, cigare û çend warên din de kar dike.
Basnews
