Mirina bi Coronayê li cîhanê milyonek kes derbas kir
Li gor amarên World Meterê, herwiha hejmara pêketiyên Coronayê jî li seranserê cîhanê 33 milyon û 182 hezar û 505 kes e, ku 24 milyon û 507 hezar û 219 kes baş bûne.
Welatên Amerîka, Hindistan, Brazîl, Rûsya, Kolombiya, Pero, Spanya, Meksîk, Arjentîn û Afrîqaya Başûr, deh welatên cîhanî ne, ku hejmara herî zêde ya pêketî û qurbaniyên Coroanyê lê hatine tomarkirin.
Hejmara pêketina bi Coronayê li van deh welatan wiha ye:
Amerîka: 7 milyon û 295 hezar û 718 pêketin.
Hindistan: 6 milyon û 41 hezar û 638 pêketin.
Brazîl: 4 milyon û 719 hezar û 99 pêketin.
Rûsya: Milyonek û 151 hezar û 438 pêketin.
Kolombiya: 806 hezar û 38 pêketin.
Pero: 800 hezar û 142 kes.
Spanya: 735 hezar û 198 kes.
Meksîk: 726 hezar û 431 kes.
Arjentîn: 702 hezar û 484 kes.
Afrîqaya Başûr: 669 hezar û 498 kes.
Hejmara tûşbûna xekê bi Coronayê li çend welatên Ewropayê ji nû ve zêde dibe û gihîştiye astekê ku weke pêla duyem a pandemiyê bê binavkirin, bi taybetî li Fransa, Spanya û Brîtanya. Hikûmetên van welatan neçar bûne, li hin cihan careke din qedexeya çûn û hatinê ragihînin û bazaran bigirin.
Li Spanyayê jî beşek ji xelkê li dijî dubare ragihandina qedexeya çûn û hatinê xwepêşandanê dikin.
Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) jî derbarê pêleke din a belavbûna Coronayê hişyariyê dide.
Duh Şemiyê, WHO hişyarî da ku eger welatên cîhanê bi hev re ji bo rûbirûbûna Coronayê kar nekin, dê zêdetir ji du milyon kes bi sedema vê vîrusê canê xwe ji dest bidin. WHO ragihand, “ne dûr e ku hejmar bigihe jorî du milyon kesan, eger welat û xelkê cîhanê nebin yek ji bo hemberderketina vê kêşeyê.”
Rêveberê beşa hawarçûnê ya WHO, Michael Ryan got, “milyonek hejmarekî gelek xirab e û pêwîst e em hizrê lê bikin berî ku em bigihin milyoneke din”. Ryan diyar jî kir, eger cîhan amadekariyan neke, dê hejmara qurbaniyên Coronayê bigihe du milyon kesî û paşê dê zêdetir be jî.
Rudaw
