• Saturday, 07 February 2026
logo

Wezîrê berevanî yê Îtalyayê serdana Kurdistanê dike

Gulan Media September 28, 2020 Nûçe
Wezîrê berevanî yê Îtalyayê serdana Kurdistanê dike
li gel rayedarên Kurdistanê behsa çend mijaran dike.
Biryare li gel rayedarên Kurdistanê bicive.

Li gor zaniyariyên taybetî ku dest Kurdistantv ketine, biryare îro wezîrê berevanî yê Îtalyayê Lorenzo Guerini serdana Kurdistanê bike.

Wê Lorenzo Guerini di serdana xwe ya bo Kurdistanê de, li Hewlêrê li gel rayedarên Kurdistanê bicive û behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Îtalyayê û herwiha şerê dijî terorê bike.

Weke tê zanîn Îtalya yek ji welatên endam di hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê ye ku di warê perwerde kirina hêzên pêşmerge de roleke berçav lîstiye.
Top